Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyan bi kûçikan lêgerînan pêk tînin

Li Girtîgeh a Tîpa F a Kurkçulerê, gardiyan û cendirmeyên diavêjin ser qawîşan, tevî kûçikên xwe amûrên girtiyan belawela dikin û lêgerînê dikin

Hat diyarkirin ku vê carê jî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, gardiyan û cendirme tevî kûçikan diavêjin ser qawîşan û lêgerînê dikin. Girtiyên bi navê Ekrem Baydogan û Mehmet Zahît Şahîn, bi rêya malbatên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.

Baydogan û Şahîn, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, bi rêya malbatên xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dan. Girtiyan di daxwaznmaye xwe de ev tişt anîn ziman: “Mafê me yên fealiyetên çandî, heftê 10 saet e. Lê belê kirin 2 saet û carinan jî di rojên van fealiyetan de di bin navê lêgerînê de diavêjin ser qawîşan û van rojan asteng dikin. Piştî hewldana leşkerî ya 15’ê tîrmehê, pêkanînan ‘tevlihev bike’ pêk tînin û girtiyên ji doza PKK û yên DAIŞ, FETO û yên sûcên edlî tînin heman blokan û tê ferzkirin ku bi hev re li heman cihî hevdîtina vekirî bikin. Pirtûk, rojname û kovarên derbarê wan de biryara topkirinê tunene jî nadin. Nexasim jî nameyên bi kurdî nadin. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin. Radyoyên ku me ji kantîna girtîgehê kirîne nadin.”

Bi kûçikan lêgerînê pêk tînin

Baydogan û Şahîn destnîşan kirin ku ligel van binpêkirinên mafan, mehek e gardiyan û cendirmeyan nîvê şevê tevî kûçikan diavêjin ser qawîşan û lêgerînê dikin û ev tişt diyar kirin: “Gardiyan û cendirme tevî kûçikan diavêjin ser qawîşan. Bi kûçikan li nav cihên me û erzaqên em digerin. Gava em sedema wê dipirsin, dibêjin ‘Ji niha pê ve wê wiha be.’ Me gilî kir, lê tiştek jê derneket. Ev yek, di nav mehekê de du caran pêk hat. Her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Ewlehiya me tune ye.”

Her wiha Baydogan û Şahîn, ji bo hestiyariyê bang li raya giştî û parêzvanên mafên mirovan kirin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar