Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Li girtîgeha Mêrdînê pêkanînên îşkenceyê

Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi nameyekê ragihandin ku di girtîgehê de bi awayeke kêyfî cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin

Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji Jinnewsê re nameyek şand. Di nameyê de hat gotin ku rêveberiya girtîgehê li wan cezayên keyfî dibire û banga hestiyariyê kirin.

Di nameyê de girtiyên jin anî ziman ku di demên dawî de polîtîkayên tundiyê yên li ser wan zêde bûne û ev agahî parve kirin: “Mîna li hemû girtîgehan, li girtîgeha me jî di demen dawî de hem di hêla fîzîkî û hem jî di hêla derûniyê de zext zêde bûn. Ji ber ku me Rojbûna Serokatiyê pîroz kir, mafê me yê hevdîtinê ji bo mehekê li me qedexe kirin. Piştre jî ji ber ku 2 hevalên me hatin sirgûnkirin, me çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Ji ber vê jî cezayê hevdîtina bi malbatê re li me birîn. Li ser vê yekê me bi midûr re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de midûrê girtîgehê li me gefa sirgûnê xwar.”

Stranên kurdî kirin sedema cezakirinê

Girtiyên jin nameya xwe wiha domand: “Çend roj berê jî hevalan li ber stranên kurdî dîlan girtin. Bi vê boneyê jî li me cezayê qedexeya hevdîtinê birîn. Bi van pêkanînên xwe me tehrîk dikin. Di vegera ji dadgehê de li hevalên me lêgerîna tazî ferz dikin. Yên vê red dikin jî bi hucreya yekkesî tên cezakirin. Hevalên ji doza Nisêbînê ji bo dadgehê anîn cem me. Tevî ku temenê wan biçûk e jî li wan lêgerîna tazî ferz kirin. Hevalan jî bertek nîşanî vê da. Ji ber vê jî li hevalan cezayê hucreya yekkesî birîn. Ji van hevalan yek jê dema diçe dadgehê dirûşm berz kir û ji ber vê jî rastî lêdana leşkeran hat. Tevî serlêdanên me yên îtîrazê jî tu encam dernakevin. Em ji parêzeran jî bi gazinc in ji ber ku divê di van mijaran de bêhtir di nava hewldanan de bin. Em herî dawî jî banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar