Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li girtîgeha Rihayê bi îşkenceyê li girtiyan sîxurtiyê ferz dikin

Girtiyên li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê bi nameyekê ragihand ku piştî kesê bi navê Fatîh Sertaç Çelîk li girtîgehê hatiye peywirdarkirin, zextên li ser wan zêde bûne. Girtiyan got ku aktîvîteyên wan ên mîna spor, sihbet, saz û wêne hatine qedexekirin û ev agahî dan: “Hevalên me bi hinceta ‘parêzerê te hatiye’ dibin û radestî polîsan dikin. Polîs hevalên me îşkence dikin û sîxûrtiyê lê ferz dikin.”

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û îşkenceya li dijî girtiyên siyasî didomin. Girtiyên ji doza PKK’ê yên li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê têkildarî rewşa dawî name şandin. Di nameyê de hate bibîrxistin ku di salên 1990’î de li Şirnexê qanûnên fermî yên dewletê hatibûn betalkirin û ev tişt hatin gotin: “Çeteyên Ergenekon, Feto, TÎT, JÎTEM û yên mîna wan ku li gelek bajar û navçeyên herêmê li nava dewletê bi cih bibûn û hêza fermî ya dewletê wergirtin, her devera ku lê bûn şewitandin. Jiyan li mirovên me yên welatparêz û demokrat herimandin û jiyana wan şerpeze kirin. Bûyerên ku salên dawî li Rihayê diqewimin nîşan didin ku Riha veguheriye ‘Komara Duyemîn a Şirnexê.’”

Di berdewamiya nameyê de jî hat destnîşankirin ku mîna li hemû girtîgehên Tirkiyeyê, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê jî zext, zordarî, pirsgirêk û kiryarên ne mirovî berdewam dikin. Di nameyê de hate diyarkirin ku piştî kesê bi navê Fatîh Sertaç Çelîk weke midûrê yekemîn hatiye peywirdarkirin, komplo û provakasyonan dest pê kir û ev agahî hatin dayîn: “Hewl tê dayin ku girtiyên siyasî bên tehrîkirin. Sîxurtiyê ferz dikin û dixwazin teslîm bigirin. Bi hatina vî kesî re aktîvîteyên spor, sihbet, saz û wêne hatin qedexekirin. Pirtûkên me bi sînor kirin, bi rê û rêbazên cuda mafên me yên hevdîtinê asteng kirin. Hevalên me yên ku bi nexweşiyên giran in û rapora ‘nikarin bi tena serê xwe bimînin’ bi wan re heye ji ber helwesta îdareyê nayên berdan.”

Girtiyan bi hinceta parêzer dibin lê radestî polîsan dikin

Girtiyan ragihand ku bi gotina ‘parêzerê wî hatiye’, hevalên wan radestî polîsan dikin û ev agahî parve kirin: “Li emniyetê û wesayîta polîsan ku ew birin wê derê îşkence li wan kirin, îtirafkarî û sîxurî li ser ferz kirin. Herî dawî hevalekî me li şûna ku bibin nexweşxaneyê birin edliyeyê, dozgerî pêşniyara ‘şahidiya veşartî’ lê kir û xwest li dijî girtiyên din bixe nava xefik û komployê. Kiryarên bi vî rengî piştî greva birçîbûnê derbasî qonaxeke cuda bûn. Hewl tê dayin ku mafê axaftina bi telefonê yê deh deqeyan jî asteng bikin. Li şûna ku bibin revîrê bijîşkan tînin odeyên me û bi vî rengî li girtîgehê tecrîdeke giran dikin. Her wiha têkiliyên me yên bi derve re dibirin.”

‘Weke rêxistina mîna Fetoyê tevdigerin’

Name wiha bi dawî dibe: “Li vir rêxistineke mîna Feto tevdigere kar dike. Ev rêxistina mîna Feto hewl dide girtiyan bê îrade bike, teslîm werbigire, bike sîxur, îtirafkar û bi lîstikên qirêj bi jiyana mirovan dilîze. Em ê tu carî ji rastiya xwe ya siyasî û însanî tawîzê nedin û firsendê nadin provokasyonan. Em ji ÎHD, TÎHV û Komeleyên Malbatên Girtiyan, her wiha saziyên pêwendîdar dixwazin ku li wezareta edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û li saziyên fermî bikevin nava hewldanan, li dijî vê rêxistina mîna Feto bikin ku tedbîrên hiqûqî û însanî bên wergirtin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar