Malbata Mehmet Bînîcî yê li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Rihayê dimîne, duh çûbû hevdîtina girtî. Bînîcî ji malbata xwe re, diyar kir ku her du rojan carekê gardiyan di qawîşên wan de lêgerînê dikin lê di lêgerîna dawî de, bi hinceta “qedexeye” dest danîne ser kince herêmî şelwarên wan.
Bînîcî dest nîşan kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, hat destpêkirin, zext û kiryarên binpêkirinên mafan zêdetir bûn. RIHA