Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li Girtîgeha Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn

Leyla Sevgîn a ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê hat berdan, derbarê pêkanîn û zextên li girtîgehê tên jiyîn de axivî û wiha got: “Piştî greva birçîbûnê, Midura 1’emîn a Girtîgehê li dijî girtiyan muameleyên keyfî dikin.”

Rêveberiya Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê ku her roj bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye, girtiyên siyasî dernaxin revîrê, nameyan wan nadin, bi awayekê keyfî sohbetên girtiyan qedexe dikin û bi pêkanîn xerab nêzî girtiyan dibin. Leyla Sevgîn a di çarçoveya xebatên hilbijartina 1’ê mijdarê sala 2015’an de bi îdîaya “Mertala zindî” li Agiriyê hat binçavkirin û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin, di rojên derbasbûyî de ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hat berdan. Sevgîn a 4 sal û mehekê di girtîgehê de ma û hîna darizandina wê dewam dikir hat berdan, derbarê pêvajoya di girtîgehê derbas kir de axivî. Sevgîn diyar kir ku Midura 1’emîn a Girtîgehê, pêkanîn û zextên di salên 1980’yan de li girtîgehê bi rêve dibe.

Sevgîn anî ziman ku di şandina nameyan de pir pirsgirêk dijiyan û wiha axivî: “Me pirsgirêkên şandin û girtina nameyan pir zêde dijiya. Tenê nameyên taahhutlu didan me. Ji xwe ji ber ku malbatên hin hevalên me derve de bûn, ne dikarin bên hevdîtinê. Ligel vê jî di hevdîtinên telefonê pirsgirêk ji me re derdixistin. Piştî du sê lêgerînan bi hincetên cuda destûr nedidan ku em li malbatên xwe bigerin. Mafên me yên fealiyetan bin pê dikirin. Midurê yekemîn ê girtîgehê, berî ku were girtîgehê me bi komî name dişandin. Lê dûre me qet nekarî em bi komî name bişînin. Li girtîgehê niha, pirsgirêkên cîdî yên r ragihandinê hene. Piştî greva birçîbûnê binpêkirinên mafan pir zêde bûn.”

‘Her tişt qedexe dikirin’

Sevgîn da zanîn ku midura 1’emîn a girtîgehê, her heftê, li qawîşan lêgerînên pir xerab dikir û wiha bilêv kir: “Mudaxileyî her tiştê me dikirin û qedexe dikirin. Hemû amûrên me diavêtin erdê. Gardiyan nêzîkatiyên provokatîf nîşan didan. Tim zext li malbatan dikirin. Berî ku ji girtîgehê derkevim Taxima A hebû. Vê taximê girtî tehrîk dikirin. Dema girtî dibirin nexweşxanê, dengê xwe li ser girtiyan bilind dikirin. Hewl didan zextên deronî li ser girtiyan ava bikin. Girtiyên nexweş ne dibirin nexweşxanê. Rewşa dayika Mevlude Başdaş a 62 salî pir giran bû. Nikare di girtîgehê de bijî û pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Dema em diçin nexweşxaneyan, kelepçe ferzî me dikirin. Li nexweşxanê dixwestin girtiyan bi renza ve kelepçe bikin. Ji ber ku girtiyan ev pêkanîn qebûl nedikirin, ew paşve dianîn girtîgehê.”

Girtiyên nexweş ên penceşêrê nabin nexweşxaneyê

Sevgîn dest nîşan kir ku girtiya nexweş a pençeşêre Fatma Ozbay nayê sewq kirin û wiha bilêv kir: “Fatma Ozbay niha li Girtîgeha Erziromê ye û xwişka wê Gulseren Ozbay jî li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye. Her du jî pirsgirêka ragihandinê dijîn. Fatma Ozbay nexweşa pençeşêra singê ya asta sêyemîne. Fatma li Girtîgeha Erziromê niha dibin tecrîdê de ye. Ji bo ku bê gel xwişka xwe Gulseren sewqa xwe xwest. Lê rayedarên girtîgehê bi hincetên cuda daxwaza wê qebûl nekir. Keseke li Fatma mêze bike û pêdiviyên wê bi cih bîne nîne. Niha terkî mirinê hatiye kirin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar