Girtiyê 76 roj in di greva birçîbûnê de Yûsûf Ozdemîr ku li Girtîgeha Jimar 4 a Şakranê tê girtin bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtiye û dest danîne ser her tiştê wan
Girtiyê bi navê Yûsûf Ozdemîr di sala 2009’an de dema ku di Beşa Hemşîrtiyê ya Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê dixwend hate girtin. Dadgehê li Ozdemîr 15 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Ozdemîr ku niha li Girtîgeha Jimar 4 a Şakranê tê girtin, ev 76 roj in li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Ozdemîr bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala rewşa xwe kir.
Der barê mijarê de bavê Ozdemîr, Osman Ozdemîr anî ziman ku ji jiyana kurê xwe bi gumanin. Ozdemîr diyar kir ku gardiyanan bi ser hemû qawîşan de girtiye û ev agahî dan: “Hemû alavên girtiyan desteser kirine. Tenê nivînên wan dane wan. Rûnivînên wan jî nedane wan. Kurê min jixwe di grevê de ye. Niha di çi rewşê de ye, nizanim. Dema ku di telefonê de bi me re axivî, agahiyên zelal nedan me.”
‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
Bav Ozdemîr daxuyand ku di pêvajoya heyî de hiqûq û mafên mirovan tên binpêkirin û wiha got: “Temamiya civakê tê tecrîdkirin. Kurê min di sala 2012’an jî ketibû greva birçîbûnê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li dijî vî sûcê mirovahiyê, zarokên me ji bo ku dengê xwe bilind bikin ketin greva birçîbûnê. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê bi berxwedana zarokên xwe re bin.”
‘Zarokên me li ber çavên me dihelin’
Di dawiyê de jî Osman Ozdemîr ev tişt anîn ziman: “Li dijî bêhiqûqiya heyî bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. Zarokên me li ber çavên me dihelin. Ne mimkune ku dayik û bavek xwe li ber vê yekê ragire. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em bi bawerin ku dê zarokên me bi berxwedana xwe vê tecrîdê bişikînin.” STENBOL