Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li girtîgeha Şakranê testa Covîd-19 a 2 bijîşkan pozîtîf derket

Girtiya bi navê Rozerîn Kalkan (23) 4 sal berê bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ hate girtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Kalkan ku niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û binpêkirinên li girtîgehê vegot.

Kalkan da zanîn ku rayedarên girtîgehê qawîşan dezenfekte nakin û ev agahî dan: “Li qawîşa mêran de testa vîrûsa koronayê (Covîd-19) a 2 bijîşkan pozîtîf derketiye. Lê dîsa jî tu tevdîr nehatine girtin. Em li gorî derfetên xwe, tevdîrên xwe digirin. Ji xwe maske û lepikan nadin me. Em dixwazin bi pereyên xwe maske û lepikan bikirin lê her carê dibêjin ‘nemane.’”

Gardiyan bê lepik û maske dikevin qawîşan

Bi domdarî jî Kalkan ev agahî dan malbata xwe: “Qawîşên me ji bo 12 kesan hatine çêkirin lê em 17 kes lê dimînin. Her carê jî ji bo hejmartinê 20-30 gardiyan dikevin qawîşan. Ev kes bê lepik û maske ne. Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin lê kes nabe muxatab. Li qawîşa jinan 3 zarok jî hene û ji bo paqijiya wan derfetên me nînin. Rêveberiya girtîgehê jî weke ‘sûriyeyiyan’ nêzî zarokan dibe û alîkariyê nade.”

‘Di nexweşî û mirinê de jî cihekariyê dikin’

Têkildarî mijarê dayika Kalkan, Şerîfe Kalkan (45) jî wiha got: “Divê di qanûna înfazê de di navbera girtiyan de cihekariyê nekin. Ji xwe rayedarên girtîgehan ji bo parastina tenduristiya zarokên me tiştekî nakin. Divê zarokên me jî wekî girtiyên din bên berdan. Di nexweşî û mirinê de jî cihekariyê dikin. Em vê qanûna hikûmeta AKP’ê qebûl nakin. Ez dayik im. Ez naxwazim zarokên me bimirin. Ev cihekarî li dijî mirovahiyê ye. Dê diz, tiryakfiroş û tecawizkar bên berdan lê girtiyên siyasî nayên berdan. Ma ev heq, hiqûq û edalet e? Ev dijminatiya li dijî kurdan e.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar