Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê li ser rewşa dawî ya li Girtîgeha Sînaayê daxuyaniyek da û wiha got: “Hêzên me gelek endamên çeteya DAIŞ’ê yên li Girtîgeha Sînaayê tev li şer bûn, neçar hiştin ku teslîm bibin.
Li ser vê bingehê hêzên me avêtin ser qawişên li girtîgehê. Di encama van serdegirtinan de, nêzî saetek berê gelek çete teslîmî hêzên me bûn. Hêzên me endamên çeteya DAIŞ’ê yên teslîm bûn, birin herêmeke ewle.”
HSD’ê roja sêşemê diyar kiribû ku ji êrîşa 20’ê çileyê û vir ve 550 çete teslîm bûne. HESEKÊ