Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê ragihandin ku ji hêla gardiyanan ve gef li wan tê xwarin û bang kirin

Di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Silopiya ya Şirnexê de ciwanên bi navê Hamza Arzûman, Reşit Îlhan û Halîl ku paşnavê wî nayê zanîn hatibûn girtin û 36 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Her sê ciwanên ku di Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbatên xwe re ragihandin.

Ji girtiyan Hamza Arzûman, ragihand ku ew bi zext û zordariya gardiyanan re rû bi rû ne û wiha got: “Ji ber ku em girtiyên siyasî ne, em her roj bi îşkenceya gardiyanan re rû bi rû dimînin. Ji hêla gardiyanan ve her roj li me gef tên xwarin. Em bi şev nikarin rakevin. Her serê sibehê li deriyê me dixin û dengên eceb derdixînin. Li ser me şereke derûnî tê meşandin. Xew nakeve çavê me. Tu ewlehiya me tuneye û jiyana me di xetereyê de ye. Ji raya giştî bangawaziya me ew e ku bibin dengê me.”

Her wiha hat hînbûn ku ji ber vê îşkenceya gardiyanan heta niha malbatan bi dehan caran ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname şandine lê daxwaznameyên wan nehatine qebûlkirin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar