Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Girtîgeha Turkoglûyê girtî hatin derbkirin

Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ya Gurgumê ji ber ku girtiyan jimariya li ser piyan qebûl nekiriye hatine derbkirin

Di 10’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê 28 girtî sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ya Gurgumê hatin girtin. Hat ragihandin ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî û jimariya li ser piyan li girtiyan hatiye ferzkirin. Lê belê ji ber ku girtiyan ev ferzkirin qebûl nakirine hatine derbkirin. Parêzer Tûgay Bek ku çû girtîgehê û hevdîtin bi girtiyan re çê kir, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin.

Bek ragihand ku cara ewil e ku ji Girtîgeha Kurkçulerê girtî sewqî Girtîgeha Turkoglûyê tên kirin û got ku di 10’ê cotmehê de 28 girtî hatine sewqkirin û gava hatine sewqkirin bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane. Bek bilêv kir ku di dema hevdîtinê de girtiyan gotiye binpêkirinên mafan ên sîstematîk didomin. Bek anî ziman ku gava girtî hatine sewqkirin li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin lê belê ji ber girtiyan qebûl nekiriye hatine derbkirin. Bek wiha got: “Girtiyan, got rojname û pirtûkan nadin wan, li qawîşên wan sarinc, TV û amûrên din tunene.”

‘Jimariya li ser piyan tê ferzkirin’

Bek da zanîn ku jimariya li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin û ji ber ku girtî qebûl nakin tên derbkirin û wiha got: “Îdareya girtîgehê dixwaze bi derbkirin û şidetê jimariya li ser piyan bi girtî û hikumxwaran bide qebûlkirin. Çend sal berê heman pêkanîn li Girtîgeha Tarsûsê pêk hatin. Li girtî û hikumxwaran cezayê dîsîplînê hatibûn birîn û ahtibûn derbkirin. Pêdivî bi van binpêkirinan tuneye, ev ferzkirin binpêkirina mafa ye, divê îdareya girtîgehê pêkanînên rûtîn ên li girtîgehên din pêk bîne. Me ev binpêkirin ji wezaretê re jî ragiahand. Em ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Turkoglûyê bang li raya giştî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi hesasiyet tev bigerin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar