Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li girtîgehan 500 berhemên nivîskarên jin hatine windakirin

Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen di komxebata ‘Jin û nivîskarî’ ya KCD’ê de axivî û got ku 500 berhemên nivîskarên jin ên girtî hatine windakirin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) komxebata bi sernavê ‘Jin û nivîskarî’ li dar xist. Rûniştina duyemîn a komxebatê bi mijara ‘Di weşanên kurdî de zayendparêzî’ û bi moderatoriya Cevahîr Sadak Duzgur dom kir. Nivîskarên jin ên kurd li ser zayendperestiya di weşanan de nîqaş kirin û ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe kirin.

Di vê rûniştinê de aktîvîsta TJA’yê û nivîskar Xecê Şen axivî û bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li girtîgehan. Şen da zanîn ku jinên girtî mijarên weke civaka jiyanê, civaknasî (sosyolojî), felsefe û rolên zayendiyê û gelek mijarên din dinivîsinin lê rêveberiyên girtîgehan dest datînin ser pêşenivîsaran û berhemên wan.

Pêşniyara avakirina komîsyonê

Şen diyar kir ku jin di hundirê hucreyê de hucreyeke din dijîn û wiha domand: “Nivîsên ku jin dinivîsinin ji destê wan tê girtin. Dixwazin ew kelecan û eşqa nivîsandinê ya wan bişikînin. Lê jinên kurd dev ji nivîsê berneda. Li girtîgehan nêzî 500 pêşenivîsarên pirtûkan hene. Lê tenê pirtûkên çend hevalan derketin. Niha 500 heb pêşenivîsar winda ne. Çi bi wan hat em nizanin. Me jî bi rêya hevpeyvînan nivîsên hevalên di hundir de weşand. Ez dixwazim ji bo van pêşenivîsarên tên windakirin ku bên dîtin komîsyonek were avakirin.”

Gelek jinên girtî dinivîsinin

Piştre jî Ferda Îldan ku 27 salan di girtîgehê de ma axaftinek kir û got ku li girtîgehê gelek astengî li pêşiya nivîsandinê hene û lê li gel vê yekê jî jin dinivîsinin û di encama têkoşînek mezin de pirtûkên wan tên çapkirin. Îldan diyar kir ku gelek nivîskarên jin ên kurd ku dinivîsinin hene û xwest jin destekê bidin van nivîskarên girtî.

Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk jî li ser nivîskariya jinê axivî û got li gel hemû astengiyan jî jinên nivîskar dest ji nivîsê bernadin. Di beşa dawî ya komxebatê de mijara ‘Nivîsandin û teşwîqa weşanê’ ku moderatoriya wê Dîlan Aydin kir nîqaş hatin kirin. Aydin got divê jin hem binivîsinin û hem jî hev teşwîqî nivîsandinê bikin.

Piştî rûniştina dawî komxebat qediya. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar