Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li girtîgehan îşkence ranaweste

Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, bi ço êrîşê girtiyên siyasî yên ku cezayên hucreyê yên kêfî şermezar dikirin kirin. Her wiha li Girtîgeha Kirşehîrê jî girtiyê name ji rojnamegeran re şand, bi hinceta “qedexeye” paşve li wan vegerand

Li girtîgehên Tirkiyeyê her roj kiryareke îşkenceyê tê bihîstin. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, gardiyanan bi ço êrîşî girtiyan kirin. Yek ji girtiyên ku îşkence lê hate kirin Fatîh Ozgur Aydin e. Dayika Aydin Emîne Aydin ji ANF’ê re axivî û qala îşkenceyê kir.

Aydin diyar kir ku bi rêya telefonê dema ku bi kurê xwe axivî hîn bû ku îşkence lê hatiye kirin û wiha got: “Kurê min Ozgur li hucreyê bi Ramazan Anik û Erdal Berk re dimîne. Şemiyê em bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Got ku di 19’ê tebaxê gardiyan hatin Ramazan Anik bibin û ji ber ku ew li dij derketin bi ço êrîşî wan kirin. Anî ziman ku nêzî 20 gardiyanan avêtine ser hucreya wan û bi tundî li wan dane. Bedena wan şîn û reş kirine. Diyar kir ku ji ber îşkenceyê wan gilî kirine lê belê dozger bi gotina ‘li saziyê tiştekî bi vî renî naqewime’ xwestiye ku îşkenceyê binixumîne.”

Aydin diyar kir ku ew jî çûye edliyeya Çaglayanê, der barê rayedarên girtîgehê de gilî kiriye û anî ziman ku hîn bersiv jê re nehatiye dayin. Aydin diyar kir ku pênc meh in ji ber qedexeya hevdîtinê nikare kurê xwe bibîne, lewma nizane ku rewşa wî çi ye û ji ber vê yekê jî ji jiyana kurê xwe bi fikar e. Aydin xwest ku gardiyanên li kurê wê û hevalên wî xistine bên cezakirin.

Ji girtîgehê name ji rojnamegeran re şandin qedexeye!

Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîr jî ji rojname û rojnamegeran re name şandin qedexeye. Mazlum Donder ê li girtîgehê dimîne, bi nameya ji parêzerê xwe re şand ev rewş vegot.  Donder diyar kir ku di 29’ê tîrmehê de, ji nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê Mîne  Sogut, Işil Ozgenturk û Zeynep Oral re name şandiye lê dotirîn roja din nameyên wî lê paşve hatine vegerandin. Donder da zanîn ku bi hinceta “Name ji rojnameger û rojnameyan re şandin, ji aliyê saziya name şandinê ve hatiye qedexe kirin” nameyên wî paşve hatin îade kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar