Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li girtîgehan ji bo Rêber Apo xeleka ji agir hat çêkirin

Fesîh Demîrcî yê ku 30 salan di girtîgehê de hat girtin diyar kir ku di pêvajoya komployê de li girtîgehan ji bo Rêber Apo xeleka ji agir hat çêkirin û got: “Niha dixwazin wî bidin jibîrkirin. Divê xebat û berxwedanek wisa were kirin ku vê yeke pûç bike.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di encama komploya navdewletî de 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî dewleta tirk dagirker hat kirin. Gelê kurd 7 salî heta 70 salî li dijî komploya navdewletî rabûbûn. Girtiyan li dijî komployê li girtîgehan çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dan destpêkirin. Gelek dîlgirtî piştî şewitandina bedena xwe mirin. Berxwedana li girtîgehan ji roja ku Rêber Apo anîne Tirkiyeyê heta niha dewam dike. Girtiyan di demên herî krîtîk de li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bedena xwe danîn holê.

Fesîh Demîrcî yê 30 salan di girtîgehê de ma û bû şahide berxwedan û têkoşîna li girtîgehan a li dijî komployê, behsa salvegera komployê kir. Demîrcî di sala 1992’yan de li navçeya Gimgima Mûşê tê girtin û piştî 30 salan di meha îlona sala 2021’an de hat berdan. Dema komploya li dijî Rêber Apo pêk tê Demîrcî wê çaxê di Girtîgeha bajarê Bartinê de ye.

Demîrcî diyar kir ku wan geşedanên di pêvajoya komployê de ji televîzyonan dişopandin û diyar kir ku travmaya herî giran a pêvajoyê li girtîgehan qewimî ye. Demîrcî da zanîn ku piştî ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derket hemû girtiyan pirsa “Çi dikare bê kirin?” ji xwe kirin. Demîrcî diyar kir ku li ser pirsê çalakiyan dest pê kir û wiha got: “Li derve jî têkoşîn hebû, lê bi hîskirina wê di nava çar dîwaran de çalakiyeke kûrtir derket holê. Her hevalekî di zindanê de dipirsî ‘Em dikarin ji bo rêberiya xwe çi bikin. Em ê çawa ji zindanan tevkariya çalakiyan bikin?’ Ya sereke ku derket holê fikra ‘Nabe ku em çêran li tariyê bikin, divê di tariyê de bibin ronahî’’. Ya herî girîng jî, ‘Eger li dora Rêbertî çemberek ji agir pêk were, em dikarin wî biparêzin, bi wî re bimeşin û piştgiriyê bidin têkoşîna wî’. Fikra ku mirov çawa dikare bibe neferek û kedkarek vê têkoşînê û li pêş bixe. Çalakiyên fedaî li pey hev hatin û qewimîn.”

Demîrcî anî ziman ku di şert û mercên girtîgehê de çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ çalakiyên herî bi bandor bûn û got: “Edebiyeke me ya ji çaran maye hebû. Kevneşopiya me ji çaran tê. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner xwe şewitandin û meşaleyekî mezin ji dîrokê re hiştin. Her kes li ser rêça wan meşiya. Ramana ku li girtîgehan çêbû, ev bû.”

Demîrcî bal kişand ser rol û rista Rêber Apo ya di çareseriyê de û wiha got: “Rêbertiya me bi berxwedana xwe komploya li Îmraliyê pûç kir. Armanca sereke ya komployê negihîşt serkeftinê. Ji ber ku ew negihîşt armanca xwe, komplo îro bi tecrîdê berdewam dike. Dixwazin pêşî li azadî û têkoşîna gelê kurd bigirin û bixetimînin. Hesabê vê yekê dikin ku heke rêbertî hebe wê ev têkoşîn çawa bibe. Baş dizanin kêliya ku rêbertî biaxive wê çawa herk û mêzekirina li têkoşînê biguhere. Baş rêbertiyê nas dikin. Lewma jî komployê niha bi tecrîda girankirî didomînin. Yê ku dikare pirsgirêkan li Rojhilata Navîn çareser bike rêbertiya me ye. Heke ku îro rêbertî baixive wê hevsengiyên li Rojhilata Navîn werin guhertin. Gel bi rê ve dibin, baş analiz dike û dikare di kêliyê de çareseriyê hilberîne. Naxwazin ku rêbertiya me biaxive. Dixwazin wî ji gelê me bidin jibîrkirin. Dixwazin pêşî li têkoşîna gelê kurd bigirin. Niha jî dixwazin komployê bi vî awayî bidomînin. Lewma divê ku xebat û berxwedana niha li ser esasê pûçkirina komployê bê kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar