Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Girtîgehan Turkogluyê gardiyanan êrîşî girtiyan kir

Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê dimîne, bi rêya malbata xwe ragihand ku bi 4 hevalên xwe re rastî êrîşa gardiyenan hatine û wiha got: “Gardiyenan di êrîşî de dest, ling û serê me şikandin.”

Girtî Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê girtî ye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de tên jiyîn, parve kir.

Karak têkildarî bûyerên di girtîgehê rû didin, ev agahî bi malbata xwe re parve kir: “30-40 gardiyan bi hevre ketin odeya me ya A-17. Gardiyenan, li min,  hevalên min Veysî Altan, Şervan Sertkaya, Orhan Dorû û Îhsan Oran xistin. Destê min, ser û lingên hevalên min şikandin. 2 hevalên min ên ser û lingê wan şikiyan rakirin nexweşxanê.”

Meta Sedat Karak Uveyş Karak, diyar kir ku dengê biraziyê wê di telefonê de pir xirab dihat û wiha bertek nîşan da: “Sedat ji min re got, ‘Pir baş bû ku ez bi telefonê bi te re diaxivim. Îro îşkence li me kirin. Milê min û serê hevalên min şikandin. Dîsa hevalên me yên lingê wan şikandin hene. Bila werin li qeydên kamerayan mêze bikin û çi li me kirin bibînin.’ Dûre em li girtîgehê geriyan û me xwest em agahî bigirin. Lê rêveberiya girtîgehê tiştên ku biraziyê min ji min re gotin, înkar kirin.”

Karak herî dawî derbarê vê rewşa girtiyan de, banga hestiyariyê kir.

Girtiyên di greve de hatibûn derpkirin

Weke ku tê zanîn Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê her tim bi binpêkirinên mafan dikeve rojevê. Herî dawî girtî Baran Gun ê li vê girtîgehê dimîne di 14’ê çileya 2021’an de, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de, dest nîşan kiribû ku gardiyenan îşkence li wan kiriye.

Gun, derbarê rewşê de ev agahî bi malbata xwe re parve kiribûn: “Em 4 girtî di greva birçîbûnê de bûn. Gardiyenên ketin qawîşa C-5’an bi awayekê fecî îşkence li me kirin. Destê min ji cih derxistin. Li ser canê hevalên min şopên lêdanê hene. Dîsa platînên di dest û lingê hevalekê de, şikandin. Piştî ku em derp kirin, gef li me xwarin.” DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar