Li girtîgehan şewba vîrûsa koronayê belav dibe. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), têkildarî rewşa vîrusa koronayê daxuyanî da. Komîsyonê anî ziman ku li Girtîgehên Amed, Mêrdîn, Êlih û Çankiri 18 girtiyên din bi şewba vîrûsê ketine û wiha got: “Li Girtîgeha Jinan a Amedê 5, Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê yek, Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 8, Li Girtîgeha Tîpa E a Çankiri 4 girtî bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketine.” AMED