Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li girtigehê bi robocopan lêgerînê dikin

Li Girtîgeha Kirikkale binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêde dibe. Girtiyan diyar kirin ku li girtîgehê bi mehan e lêgerîn ji aliyê gardiyanên bi robocop tê kirin

Zext û tundiya li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Li gorî agahiyên girtî bi rêya malbat û parêzeran didin, zextên keyfî yên li ser girtiyan di asta herî jor de ye. Li Girtîgeha Tîpa F Kirikkale Îlker Eygî, Ramazan Nazlier, Cîhat Ozdemîr Azîz Temel û Şaban Sîdal bi rêya nameyan serî li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê dan.

Girtiyan bi rêya nameyê diyar kirin ku piştî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7’ê mijdara 2018’an de dest pê kir û heta niha gartiyan bi cil û berg robocopan bi ser odeyên wan de digirin û lêgerînê dikin. Girtiyan anîn ziman ku li Revîrê jî bê navber gardiyanên bi robocop li tenişta bijîşk radiweste û wiha gotin: “Dema em dixwazin odeyên me bêne guhertin rêveberiya girtigehê bi awayekî kêfî daxwaza me red dike. Hevalên me yên daxwaza wan a guhertina odeyê tune be jî bi awayekî kêfî wan derdixin û dibin odeyên din.”

Ava qirêj bi girtiyan didin vexwarin

Girtiyan di berdewama nameyê de destnîşan kirin ku ava qirêj ji kaniyan diherike û ava qirêj bi wan didin vexwarin û ev tişt anîn ziman: “Ava didin me naparzinînin. Ava kaniyê ne ji vexarinê re dibe û ne jî ji paqijiyê re dibe. Em nikarin pêdiviyên xwe ji kantînê temîn bikin. Lîsteya pêdiviyan ku em dişînin kantînê tune ye. Dermankirina dest kelepçekirî li me ferz dikin. Dema em ji bo revinê daxwazname dinivisin em bi mehan tên rawestandin.”

Radyoyên girtiyan kom kirin

Girtiyan di berdewamiya nameya xwe de destnîşan kirin ku radyoyên wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi awayekî derqanûnî û bêhiqûqî hatine komkirin û wiha dirê jî dan nameya xwe: “Radyoyên me kom kirin. Ji bo her girtiyekî sînorê gitina bi 10 pirtûkan danîn e. Pirtûk û kovaran desteser dikin. Mafê me yê lêkolînê asteng dikin. Bi guhertina nû mafê me yê hefteyê 10 deqîqe yê teleefonê jî xezp kirine. Kovar û rojnameyên bi posta ji me re tên desteser dikin. Girtî rastî cezayê dîsîplînê tên. Mustafa Kocaturk,  Resul Kocaturk û Mert Yazar bi sedema li dijî tecrîdkirina Îmraliyê ketin rojiya mirinê “Mehek cezayê spor û atolyeyê li wan birîn.”

Di nameyê de bal hat kişandin ser van cezayên ku li girtiyan hatine birîn: “Li Sînan Akbayir  2 mehan cezayê hevdîtinê lê birîn. 11 rojan cezaye hucreyê lê pirîn. Di dema dawî de înfaza Sinan Akbayir,  Zeynel Karabulut,  Cihat Ozdemîr,  Sadik Sabancilar,  Murat Karayel bi vî rengî şewitandiye. Beyî biryara dadgehê teblîgî Murat Karayel  bikin mafê wî yê îtirazê red kiriye.”ENQERE

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar