Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li girtiyê felcî cezayê ‘te govend gerandiye’ hat birîn

Keça girtî felcî M. Emîn Çam Şîmel Çam diyar kir ku aliyê çepê yê bavê wê felcî ye, bi zorê dimeşe û wiha got: “Bavê min jî di nav de li 15 girtiyan cezayê govendgerandinê birîne. Tevî ku nexweş e jî ev ceza lê hatiye birîn.”

Zext û faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser gelê kurd û girtiyan kêm nabe. 15 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya Êlihê tên girtin bi hinceta ku govend gerandine cezayê dîsîplînê li wan birîn. Hat hînbûn ku yek ji van girtiyê felcî Mehmet Emîn Çam (72) ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.

Malbata Çam bertek nîşanî vê yekê da. Şîmel Çam ku di 4’ê îlonê de bi bavê xwe re hevdîtin pêk anî diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye.

Şîmel Çam anî ziman ku bavê wê li girtîgehê bi nexweşiyan re têdikoşe û wiha got: “Ji ber ku aliyê wî yê çepê felcî ye, bi zorê dimeşe. Her roj nexweşiyên nû çêdibin. Tevî van hemû nexweşiyan jî, bi hinceta govend gerandiye ceza lê birîne. Ev çi edalet e? Bavê min jî di nav de li 15 girtiyan cezayê govendgerandinê birîne. Tevî ku nexweş e jî ev ceza lê hatiye birîn. Min ji bavê xwe pirsî ‘Qey te govend gerand?’ Wî jî aliyê xwe yê felcî nîşan da û got, ‘Ma ez ê bi vî halê xwe govendê bigerînim?”

Çam da zanîn ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û wiha got: “Hevjînên hev Engîn û Dîlan Polat hatin berdan. Divê edalet ji bo her kesî wekhev be. Tabûtên girtiyên nexweş ji girtîgehê dertên, lê malbata Polat bi wesayîtên modela herî dawî ji girtîgehê derdikevin. Ev rewş, bi rastî xulaseya edaletê ye.”

Hevsera Mehmet Emîn Çam Naîme Çamê jî diyar kir ku ji salên 90’î û vir ve bi zextên dewletê re rû bi rû ne û ji ber ferzkirina cerdevaniyê neçar mane ji navçeya Heskîfê koçî Sêrtê bikin. Çamê got: “Me daxwaz kir ku bê berdan û bê dermankirin, lê rabûn bi awayekî bêhiqûqî cezayê hucreyê lê birîn. Tew ji ber govendê lê birîne. Gava em diçin cem wî bi zorê radibe ser xwe. Ne tenê hevserê min, bila hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila ji girtîgehan tabût dernekevin.”

Parlamentera Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sebahat Erdogan Saritaş, ji ber cezayê li girtiyan hatiye birîn serî li Wezareta Dadê da û di serlêdanê de diyar kir ku biryara hatiye dayîn ne hiqûqî ye.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Êlihê ne li derveyî polîtîkaya biçûkxistin, asîmîlasyon, krîmînalîzekirinê ya li dijî kurdan e û wiha hat gotin: “Di encama tetkîkên li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Sêrt û Amedê de hat tespîtkirin ku di mejiyê Çam de ûr heye. Ger cezayê mayina li hucreya yekkesî ji aliyê dadweriya înfazê û dadgeha cezayê giran ve were pejirandin dê girtî 15 rojan bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne û wê ev yek ji bo wî xetereyeke mezin be.”

Di dawiya serlêdanê de rakirina cezayên dîsîplînê yê Mehmet Emîn Çam û xwegihandina derfetên dermankirinê, bidawîkirina lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev hat daxwazkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar