Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li gor anketan, HDP wê serokkomar diyar bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriya her namzetekî ku ji bo serokkomartiya Tirkiyeyê were hilbijartin bike, mîsogerkirina mafên kurdan di destura bingehîn ya Tirkiyeyê de û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tevayî girtiyên siyasî xistiye mercê pêşîn.

Li gor anketên (rapirsî) ku li Tirkiyeyê tên lidarxistin, ti îşaretek dilxweşker ji bo dijberên kurdan têde nine. Li gor anketan her aliyek bixwaze namzetê wê yê serokkomariyê qezenc bike, pêwîstiya wan bi HDP’ê û dengên kurdan heye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariya Tirkiye û hilbijartina parlementoyê re tevgera siyasî li Tirkiyeyê zêdebûye. Ji berku encamên ji anketan derdikevin ne bi dile tu aliyekî ne. Heta niha ti hevpeymaniyek namzetê xwe ji bo serokkomartiyê eşkere nekiriye.

Li gor yasaya hilbijartinê ya Tirkiyeyê, hilbijartina serokkomar û parlementoya Tirkiyeyê divê di 17’ê Hezîrana 2023’yan de pêkwere. Lê gote got hene ku hilbijartina pêşwext pêkwere û di meha Nîsanê de ango piştî cejna Remezanê hilbijartin were lidarxistin.

Li gor sîstema siyasî ya Tirkiyeyê, piştî guherîna destura Tirkiye ya sala 2017’an, serokwezîr nemaye. Serokkomar rasterast  ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Piştre jî serokkomar hikûmetê pêktîne. Ev jî li gor destura nû ya Tirkiyeyê tê kirin.

Serokkomar divê ji sedî 50 zêdetirê dengan bidestbixe. Piştre jî wezîran diyar bike û kabîneya hikûmetê jî bawerî ji parlementoyê wergire.

Ji bo derbaskirina benda ji sedî 7 hevpeymanî bi resmî hatine ragihandin û ev jî dibe sedem partiyên ku wê bi tena serê xwe nikaribin benda ji sedî 7 derbaskin, wê bi rêya hevpeymaniyê bikarin herin parlementoyê.

Niha li Tirkiyeyê sê hevpeymanî ji bo hilbijartinê hatine ragihandin. Yek ji van hevpeymaniya AKP-MHP ya bi serokatiya Erdogan û Baxçeliye bi navê Hevpeymaniya Komarî (Cumhur itifaki), hevpeymaniya din di navbera şeş partiyan de bi navê Hevpeymaniya Gel (Milet itifaki) û Hevpeymaniya din jî di navbera HDP’ê û hin partiyên din de bi navê (Tîfaqa Ked û Azadiyê) ye.

Li gor anketên ku li Tirkiyeyê hatine kirin, namzetên her sê hevpeymaniyan jî nikarin bi tena xwe ji sedî 50 zêdetirê dengan bidest bixin.

Li gor encamên anketan, rêjeya dengên Hevpeymaniya Komar ji sedî 38’e. Hevpeymaniya Gel ji sedî 38’e û rêjeya dengên Tifaqa Ked û Azadiyê jî ji sedî 13’ye.

Li gorî van encaman, ji hemû aliyan re jî eşkere bûye ku her hevpeymaniyek li gel kurdan ango Tifaqa Ked û Azadiyê lihev bikin, wê namzetê wan bikare dengên pêwîst ji bo serokkomartiyê bidest bixe.

Tê gotin ku wê di tora yekem ya hilbijartinê de namzetê tu hevpeymaniyek bisernekeve. Lê wê di tora duyem de hemû alî neçar bimînin li gel Tifaqa Ked û Azadiyê bikevin nava danûstandinan dakû di tora duyem de namzetê wan biserkeve. Her aliyek bikare li gel Tifaqa Ked û Azadiyê lihev bike, wê bikare di tora duyem de serkeftinê mîsoger bike û hikûmetê avabike.

Niha hilbijartin rojeva sereke ya qada siyasî ya Tirkiyeyê ye û li cem hemû aliyan jî eşkere bûye ku wê serokkomar bi dengên HDP’ê bikare were hilbijartin.

Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan di dawiya sala 2022’yan de di dema lidarxistina kongreya 4. ya rêxistina HDP’a Manîsayê de axivîbû û gotibû; “Di hilbijartina serokkomar de HDP xwediyê rola giring û diyarkere. Me hemû amadekariyen xwe li gorî vê yekê kiriye.”

Heta niha jî siyaseta Hevpeymaniya Komar û Hevpeymaniya Gel (Milet) ji bo kurdan ne zelale. Bi taybetî di warê mafên kurdan de. Vê yekê jî wisan kiriye ku HDP nêzî ti ji van hevpeymanan nebe.

Her çiqas Hevpeymaniya Milet rexneyên tûnd li siyaseta Erdogan dike û daxwaz ji kurdan dikin piştgiriya namzetê wan bikin, lê heta niha siyaseta wan ya li beramberî kurdan ne zelale. Ji kurdan re dibêjin, hun deng bidin me, em ê piştre li ser mafên kurdan baxivin û lihev bikin.

Ji ber vê yekê jî HDP bi heman rengî li her du hevpeymaniyan temaşe dike. Ji her du hevpeymaniyan kîjan daxwazên HDP’ê bipejirîne û li ser projeyên HDP’ê (Tifaqa Ked û Azadiyê) lihev bikin, wê piştgiriya namzetê wan were kirin.

Yek ji mercên pêşîn ên HDP’ê mîsogerkirina mafên gelê kurd ya di destura bingehîn ya Tirkiyeyê de ye. Li gel vê de jî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tevayî girtiyên din ên siyasî ye ku di çarçoveya projeya HDP’ê de hatiye amadekirin.

Bi nêzîkbûna hilbijartina serokkomar û parlementoya Tirkiyeyê re zextên li ser HDP’ê zêde dibin. Bloqekirina hesabên HDP’ê ya ji bo wergirtina alîkariya xezîneyê yek ji van cezayên nû ye ku li beramberî HDP’ê hat bicihanîn.

Niha rojname, çapemenî û raya giştî ya Tirkiyeyê hemû çavê wan li ser helwesta HDP’ê ye ka wê ji bo desthilata çar salên bên ên Tirkiyeyê piştgiriya kîjan alî bike. Her wiha HDP jî çavê wî li aliyên dine ka kîjan ji wan aliyan wê proje û mercên wê bipejirîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar