Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Li gor xwesteka tirk û xayînan û dijî qanûnên NY tevdigerin’ 

Kara, diyar kir ku ev hewldan li ser xwesteka tirk û xayînên wek mala Barzanî pêş dikeve û got: Em dîsa ji dost û dijminan re dibêjin; bi ti awayî em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Divê Neteweyên Yekbûyî jî xwedî li rola xwe derkeve.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara di roja 3’an a berxwedanê de bang li aliyan hemûyan kir ku zextê li Iraqê bike ji bo dev ji vê kiryarê berde.

‘Hewldana ji bo dorpêçê heqarete’

Kara diyar kir ku ev demek dirêj e hikûmeta Iraqê bi hevkariya Mala Barzanî û Tirkiyeyê, dixwest derdora wargehê têl bike. Ev daxwaza xwe çend caran ji bo em ragihandin û got: “Gelê Mexmûrê vê yekê tu car qebûl nekir. Me ev yek weke heqaret û îzalasyonek dît. Me li ji vê aşkere anî ziman, lê tevî vê israr dike.”

‘Li gor xwesteka tirk û xayînan û dijî qanûnên NY tevdigerin’ 

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara qala hatina artêşa Iraqê kir û got: “20’ê mehê bi hêzeke mezin, bi polîs û wesayîtên zirxî ve hatin xwestin êrîş bikin. Şandeyek wan hatin, em li hev civiyan, me xwest muzakere bikin. Em careke din nêrîna xwe parve bikin. Bi tu awayî guhdar nekirin, ya xwe israr kirin, gotin em ê bikin.

Em vê dibêjin, helwesta Iraqê dijî qanûnê Neteweyên Yekbûyî ye, helwesteke li dijî mêhvanperweriyê ye, li gorî daxwaza siyaseta faşîst a dewleta tirkiyeyê ye, helwesteke nêzî daxwaza xayînan a mala Barzanî ye. Em vê pir aşkere û zelal dibînin.”

‘Divê dost û dijmin bizane ku em van hewldanan qebûl nakin’

Kara bal kişand ser berxwedan û biryardariya gel a li ber vê hewldanê û ev nirxandin kir: “Ji bo wê me gotiye, em dîsa ji dost û dijminan re dibêjin; bi tu awayî em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Ev 30 sal in em di penaberiyê de ne, tişteke wiha li ser me nehatiye ferzkirin. Nikarin li ser me ferz jî bikin. Em dixwazin bi keramet û rûmeta xwe bijîn. Em ji ber zilma dijmineke faşîst reviyane, penaber bûne hatine ser xaka Iraqê. Ev 30 sal in em li ser xaka Iraqê dijîn. Piştî 30 salan ewqas êş û berdêl, îro rabin me îzole, tecrîd bikin, bikin girtîgehek servekirî, wê civaka Mexmûr vê bi tu awayî qebûl neke. Wê vê yekê weke bêkerametiyê bibîne.

‘Pêwîste NY xwedî helwest be’

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûr bang li gelek aliyan kir û ev got:“Em bang li raya giştî ya navneteweyî ya demokrat, taybet Neteweyên Yekbûyî, bang li gelê Kurdistanê dikin, bang li gelê Iraqê dikin, ji ber ku gelê Iraqê gelek mêhvanperwere, ev helwesta ku bi destûra dewleta faşîst a tirk, destûra xayînan li ser me dixwazin peymanan mohr bikin, li ser me bi sepînin û pêk bînin; ew jî xwedî helwestekî mirovî, welatperwerî û mêhvanperwerî bin. Daxwaza me bi vî rengî ye.

Em careke din ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku ji vê helwesta xwe ya dermirovî, helwestên xwe yên li gorî berjewendiyên Tirkiye, li gorî berjewendiyên hilbijartina di 28’ê Gulanê de bên kirin, devjê berde. Vegere rastiya xwe. Rastiya ku 30 sal in ne me ziyan gihandiye wan ne jî wan. Dev ji vê helwesta xwe ya beramberî me, dev ji vê tundiyê berdin. Em vekirî dibêjin ku divê hêzên xwe vekişînin. Piştî wê ji hemû nîqaş û muzakereyan ya bi hikûmet û rayedarên Iraqê re bi saziyên sivîl re amade ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar