Navenda Nûçeyan |
Rewşa siyasî û civakî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe. Hikûmeta AKP-MHP-Ergenekonê ku hem li hundir û hem jî li derve serî li polîtîkaya şer daye, dike ku civak di hêla aborî, siyasî û ewlehiyê de bikeve nava krîzeke mezin. Hikûmeta ku bi rêbaza zextê hewl dide krîza heyî binixumîne, bi sedhezaran kes binçavkirin, girtin û sirgûnkirin. Li hêla din bi dehan welatiyan li ber kamereyan xwe şewitandin an jî bi komî întîhar kirin.
Bêguman rewşa heyî raste rast bandorê li siyasetê jî dike. Ji ber polîtîkaya şer û zextê, hilbijêrên AKP’ê jî roj bi roj jê vetiqetin. Ev qelsbûna di nava hikûmeta AKP’ê de bi daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî derket holê.
Daneyên nû hatin parvekirin
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ku lîsteyên partiyên siyasî digire, kontrol dike û çalakiyên wan dişopîne, daneyên xwe yên têkildarî endamên partiyan, di 4’ê sibatê de nû kir. Li gorî daneyên serdozgeriyê, di nava 50 rojan de 15 hezar û 692 endamên AKP’î ji partiya xwe veqetiyan e.
Hejmara endamên HDP’ê zêde bû
Li gorî nûçeya Gazete Duvarê, sedozgeriyê di daneyên ku parve kirine de destnîşan kir ku ji 16’ê kanûna sala 2019’an heta niha 412 endam li hejmara endamên HDP’ê zêde bûye. Serdozeriyê da zanîn ku hejmara endamên AKP’ê ku 10 milyon û 211 hezar û 596 bû, 15 hezar û 692 jê kêm bûne û daketiye 10 milyon û 195 hezar û 904 kesan.
Li gorî daneyan, di van 50 rojan de li endamên CHP’ê jî 4 hezar û 230 zêde bûn û hejmara endamên CHP’ê derket milyonek û 257 hezar û 753 kesan. Partiya Pêşerojê ku bi serokatiya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ku di kanûna sala 2019’an de hatibû damezirandin, dest bi qebûlkirina endamtiya partiyê kir lê hêj daneyên xwe derbasî pergalê nekirine.