Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li gorî faşîzma AKP-MHP’ê yên li derveyî îktîdarê mane kîtkîte ne

Bi ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an re 3 hefte derbas bûn û piştî nîqaşên dûr û dirêj encamên hilbijartina li Stenbolê hat aşkerakirin. Ji ber nerîzabûnên û îtîrazên AKP-MHP’ê encam evqas dereng hatin aşkerakirin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê (TC) de cara yekem e encama hilbijartinekê evqas dereng tê aşkerakirin.

Di esasê xwe de encamên hilbijartinê zelal bûn û li gorî vê yekê namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu ku hêzên demokratîk jî piştgirî dabûn bi ser ketibû. Ligel vê rastiyê bloka faşîst a AKP-MHP’ê xwestin derfetên îktîdarê bi kar bînin û bi fen û fûtan encamên hilbijartinê biguherînin. Ger encam neguherînin jî armanca wan ji nû ve pêkanîna hilbijartinê bû. Piştî nîqaşên dirêj YSK’ê aşkera kir ku Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye û mazbata hat dayîn.

Lê hê jî nîqaşên der barê encamên hilbijartinê dewam dikin. Kesên wek Nagehan Alçi û alîgirên R. T. Erdogan di nivîsên xwe û bernameyên televîzyonan de gotin ku dê hilbijartina Stenbolê bê dûbarekirin û heta gotin ku dê di 2’ê hezîranê de hilbijartin dûbare bibe. Jixwe peyamên wisa dan raya giştî ku encamên hilbijartinê ne rewa ne.

Bloka faşîst a AKP-MHP’ê di qada neteweyî û navneteweyî de di van polîtîkayan de xwedî tecrûbe ne. Nemaze jî li Kurdistanê tecrubeyên wan pir in û hilbijartinan li gorî daxwazên xwe pêk tînin û encaman diguherînin. Zarokên kurd li dijî lîstikên hilbijartinê bi lehengî têdikoşin û canê xwe feda dikin. Bi sedan keç û xortên kurdistanî li dijî tang û topan li ber xwe dan û li Cizîr, Sûr, Gever, Silopi û Nisêbînê canê xwe feda kirin.

Encamên hilbijartinê pir aşkera ne lê van encaman qebûl nakin. Pêwîst e ev nêzîkatiyên wan baş bên nirxandin û analîzkirin. Lazim e civak û hemû derdorên muxalîf û demokrat li dijî êrîş û lîstikên vê bloka faşîst hişyar be. Divê bloka faşîst a AKP-MHP’ê rast were pênasekirin û analîzkirin. Vê blokê kevneşopiya kujer wekî mîrate dewr girtine. Ji ber vê yekê guman heye ku ev blok her cure sûcê mirovahiyê pêk bîne. Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê jî wisa kirin û her çiqas raya giştî ya Tirkiyeyê û ya navneteweyî bêdeng mabin jî bûn şahidê hovîtiyê.

Bloka faşîst a AKP-MHP’ê piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an ji bo di hilbijartina 1’ê mijdara 2015’an de encama ku dixwestin bi dest bixin ‘Plana Çokdanînê’ xistin meriyetê.

Bloka faşîst dê bixwazin qada êrîşên xwe berfireh bikin û bi awayekî din hebûna xwe bidin hîskirin. Dibe ku li hemberî rojava û başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkirinê zêdetir bikin. Dê hewl bidin li parçeyekî Kurdistanê berfirehkirina şer û pevçûnan encama ku dixwazin bi dest bixin. Li aliyê din dê hewl bidin bi êrîşan hêzên şoreşger, azadîxwaz û muxalîfan bêzar bikin.

Divê tu kes nefikire ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê êrîşên bi vî rengî pêk naynin. Berê jî li hemberî ermeniyan, grekên Anatolyayê, kurd, elewiyan komkujî pêk anîn û îktîdara kesên ku li hemberî van gelan êrîş pêk anîne dewr girtin. Di van salên dawîn de jî gelek komkujî pêk anîn. Ji darbeya faşît a leşkerî ya 12’yê Îlonê heta komkujiyên li zindana Amedê, komkujiyên salên 1990’ê û herî dawî jî êrîşên piştî 7’ê hezîrana 2015’an û dagirkirina Efrînê gelek qetlîam pêk anîn. Divê ev êrîş û qetlîam tu car neyên jibîrkirin.

Daxuyaniyên serkêşên bloka faşîst a AKP-MHP’ê ango R. T. Erdogan û Devlet Bahçelî vê rastiyê aşkera radixe ber çavan. Pêwîst e îtîrazên AKP’ê yên ji bo hilbijartina Stenbolê baş were fêmkirin. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê baş dizanin ku ger Stenbol ji destê wan biçe dê îktîdar jî ji destê wan biçe û ji bo îktîdar ji destê wan neçe dê her tiştî bikin.

Divê neyê jibîrkirin ku hêzên faşîst û kujer ji bo îktîdar ji destê wan neçe her tiştî dikin. Ji bo wan îktîdar  tê wateya dewlet, serwerî û zextan û li gorî wan dema mijar îktîdar be her tişt kîtekît e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar