Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li gorî lêkolîneke heywan jî weke mirovan xwedî çandekê ne

Li gorî lêkolîna zanyarên skoçî ku dêhnê xwe dayî ser biguhan, çûk, masî û kêz û kurman, heywan jî eynî weke mirovan xwedî çandekê ne û dikarin çanda xwe geştir bikin

Navenda Nûçeyan |

Di lêkolînekê de ku zanyarên Zanîngeha St Andrewsê kirin li ser pirsa ‘Çand gelo tenê aidî mirovan e?’ geriyan.

Gotara ku li ser encama şopandina 70 salî ya tevgerên heywanan hatiye avakirin, di kovara Scîence de hate weşandin. Li gorî encama lêkolînê ya ku dêhnê xwe dayî ser biguhan, çûk, masî û kêz û kurman, heywan jî eynî weke mirovan xwedî çandekê ne û dikarin çanda xwe geştir bikin.

Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku heywan jî dibin xwedî hin hînbûn û rêz û rêçikan, ew jî eynî weke mirovan ji dê û dapîran, bav û kalên xwe hînî vê dibin. Di lêkolînê de her wiha heywan ne tenê ji hêla ajoyên xwe ve têne rêvebirin, li nav heywanên biguman, masî, kêz û kurman û gelek celebên din ev xaset hene.

Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku çand hê dema ciwanî ji dê û dapîr û bav û kalan û hem jî ji yên îxtiyaran derbasî wan dibe, yên ciwantir ji nav keriyê bêhtir bala xwe didin ser ên zêdetir xwedî tecrûbe. Li ser vê mijarê heywanên xwedî tecrûbe ku ji bo jiyanê dikarin amûrên hewce bikara bînin mînak têne girtin.

Di nûçeya kovara GEO’yê de ku lêkolîna li Skoçyayê dayî, mîna meymûn hate parvekirin. Di nûçeyê de hate diyarkirin meynûnên ku dev ji keriya xwe berdane, dema ku tev li nav keriyekî din dibin, dibin xwedî hînbûnên vê koma nû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar