Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Li gorî qanûnên navneteweyî guhartina demografiyayê sûcê herî mezin e’

Hiqûqnas Mustefa Muslim destnîşan kir ku sûcên dewleta tirk a dagirker li deverên dagirkirî pêk tîne, binpêkirina madeyên 4′emîn a Cenewê ne, ji ber ku divê şênî bi xaka xwe ve girêdayî bin, da ku derfetê nedin dewleta tirk a dagirker ku demografiya herêmê biguherîne.

Dewleta faşîst a tirk cihên ku dagir dike beriye her tiştî demografiya wir diguherîne. Bi taybetî madeya (49) ya peymana Cinêvê ya 4’emîn bi awayekî aşkera binpê dike. Li gorî madeya 49’an a Cenewê veguhastina mirovan ji deverên dagirkirî ber bi xaka dewleta dagirker an jî dewleteke din ve bi darê zorê, qedexe kiriye. Ji van bajarên ku dagirkiriye yek jê Efrînê ye. Hiqûqnas Mustefa Muslim derbarê sûcên dewleta faşîst a tirk de nerînê xwe anî ziman. Hiqûqnas Mustefa diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ne tenê xaka Sûriyeyê dagir kiriye û wiha axivî: “Dewleta tirk li cihên dagirkiriye planên qirêj jî dide meşandin. Di serî de guhartina demografîk bi rêya koçberkirina şêniyên resen ên deverên dagirkirî û bicihkirina kesên biyanî vê yekê dike. Ji ber ku destekê didin dewleta dagirker a tirk ku planên xwe bimeşîne. Dewleta dagirker a tirk bi van kiryaran hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Nexasim madeya (49) ya peymana Cenewê ya 4’emîn binpê dike.”

Muslim destnîşan kir ku qanûna navneteweyî bi zelalî veguhastina mirovan ji cihê jiyana wan qedexe kiriye ku tenê di hin rewşên rewa de ev yek bi awayekî demkî tê pêkanîn û wiha got: “Ev rewş jî li ba dewleta dagirker a tirk tune ne û ew hemû nirx û qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dike. Li ber çavên tevan demografiya herêmê tevlihev dike. Dewleta dagirker a tirk bi pereyên Qeterê û bi rêya rêxistinên berguman li Efrîna dagirkirî avahiyên mêtingehiyê ava dike û ev jî tu carî ne li gor pîvanên navneteweyî ye.”

Muslim wiha domand: “Erkê hemû hiqûqnasan e ku binpêkirinên rojane yên dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê li deverên dagirkirî belge bikin, ji ber ku li gor qanûna navneteweyî guhartina demografîk mezintirîn sûc e û divê ew yekser bê rawestandin.”

Muslim diyar kir ku tiştê ku îro li deverên dagirkirî pêk tê berî 100 salan dema ku Kurdistan hat parçekirin pêk hat û got: “Dewletên Ewropayê deriyên xwe li ber penaberan vedikin û li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng dimînin, ji ber ku pêwîstiya wan bi penaberên ciwan û karmendan heye û ev jî ji bo wê derfetek e; ji ber wê jî divê şênî bi xaka xwe ve girêdayî bin û bi penaberiyê nefikirin, ji ber ku penaberî rê li ber dewleta dagirker a tirk vedike da ku bi hêsanî demografiya herêmê biguherîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar