Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li goristana bêkesan 6 cenaze li 3 goran hatin definkirin!

Li Goristana Serê Solan a Taxa Sumbul a Colemêrgê, cihê ku ji bo cenazeyên HPG, YJA-STAR, YPS û YPG’iyan hatibû veqetandin, sala 2016’an heta niha 7 sal e girtî ye. Ji ber vê sedemê cenazeyê gerilayan 2 cihê wek goristanên bêkasan hatine çêkirin de, bêyî destûra agahiya malbatan tên definkirin. Hat zanîn ku di nava 4 salan de 19 cenazeyên endamên HPG û YJS-STAR’iyan di encama şer û pevçûnên dirokên cuda de derketin û jiyana xwe ji dest dane hatine definkirin. Ji ber ku kesên li çoltera bajar jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan hêj teslîmî malbatên wan nehatine kirin, lê hatine definkirin ev cih wek Goristana Bêkesan tê zanîn.

Hê jî radestî malbatên xwe nehatine kirin

7 cenazeyên ku di dirokên navbera 2016 heya 2021’ê de li nêzî goristana ji bo HPG’iyan hatibû veqetandin de hatine definkirin. 7 kesên ku di navbera 6 salan de jiyana xwe dest dabûn, hê jî radestî malbatên xwe nehatine kirin. Derbarê nasnameya kesên ku tê îdîakirin ku HPG’iyên rojhilatî jî di nav wan de hene tu agahî nayê zanîn.

Di nava salekê de 13 cenaze hatin definkirin

Serê sala 2022’yan de navbera 8 mehan de 13 cenazeyê HPG û YJA-STAR’iyan li goristana nû ya cihekî cuda hatiye çêkirin de hatine veşartin. Her wiha hat ragihandin ku di nav van 13 cenazeyan de, tenê yek radestî malbatê hatiye kirin. Goristana nû ya wek cihê bêkesan tê pênasekirin de her 13 cenazeyê hatine çalkirin jî, jimare û tipen wek “E” û “K” li ser goran hatine xêzkirin. Hat zanin ku tîpên, “E” û “K” zayendê dide kifşkirin. Li gorî wan tîpan 5 cenaze yên gerilayên jin 7 ji yê gerîlayên mêr in.

Di 3 goran de 6 cenaze hatine definkirin

Cenazeyên ku 3 gorên ku li kêleka hev hatine veşartin bi ser kêliyên wan jimareyên “1 K”, “2 E” û “3,K” wek zayendê dide xuyakirin û kêliyê serêdin jî  jimareyên “5, 6, 7” hatine nivîsandin. Dide xuyakirin ku di 3 goran de 6 kes hatine definkirin.,

Cih û dîrokên 12 kesên jiyana xwe ji dest dane

Her wiha hat zanîn ku ev 12 kesên niha cenazeyên wan li goristana bêkesan de hatine çalkirin nasnameyê 2 kesên endamên HPG wiha ne: “(Zagros Senar) Pervan Alî Yusuf û (Dilgeş Sine) bi nasnav Lokman Felahî ye.” Cenazeyên 9 kesên ku tenê cih û dirokên wan hatine zanîn û hatine definkirin jî wiha ye: “22’yê nîsanê li gundê Marînûs 3 kes, 29’ê nîsanê gundê Marînûs 2 kes, 29’ê hezîranê li gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê 1 jin 4 kes.” Kesek jî nehat zanîn ku li ku derê jiyana xwe dest daye.

Goristan di bin xetereya lehiyê de ne

Li aliyê din qada ku cenaze lê ne û rêbaza veşartina cenazeyan jî dişibe veşartina 282 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û li pêyareya Goristana Kilyosê ya Stenbolê hatibûn definkirin. Axa gorên ku tu valahî di navbera wan de nehatiye hiştin tevlihev bûye. Gorên ku li rasta quntarê çiya hatine çêkirin, di lehiyeke pêkan de di bin xetereya ji holê rabûnê de ne. Ji ber ku tu tedbîr nehatine girtin, bi awayekî vekirî tê dîtin ku ji ber barênên ku beriya niha bariyane li beşeke goristinê qumitî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar