Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li gundan amadekariyên zivistanê

Li gundên Colemêrgê welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Welatî hem giyayên ku dirûtine û yên kirîne li patosê dixin hem jî pêdiviyên xwe yên jiyanî tedarîk dikin. Welatiyên gundê Kotranîs û Dêzê, bal kişandin ser bihabûna fiyetên giya û kayê û zor û zehmetiyên zivistanê.

Tahsîn Yîgît anî ziman ku ji ber şewba Covîd-19’ê û kêmbûna baranê îsal pir giya berhev nekirine û got ku ji ber vê wê di zivistanê de zehmetiyê bikişînin.

Yîgît diyar kir ku bihabûna fiyetê giya û kayê ji bo wan nebaş e û wiha got: “Her diçe dahata ji çandinî û sewalvaniyê tê kêm dibe.Îsal ji ber pandemiyê em nekirî derkevin derve, lewma giya pir berhev nekirin û em neçar man ji bo zivistanê giya û kayê bikirin.”

Yîgît destnîşan kir ku lê belê çendî ku şert û merc zehmet bûbûn jî cardin tekane çavkaniya debara wan sewalvanî û çandinî be.

Ji bajêr ber bi gund ve

Hakki Yîgît jî anî ziman ku ji ber rewşa aborî neçûye zanîngehê û bal kişand ser nebaşbûna rewşa welêt û wiha got: “Me bi salan li bajaran dibistan xwend, ji bo pêşerojê. Lê tiştek bi dest me neket. Ji ber rewşa aborî ez neçûm zanîngehê. Min jî dev ji bajêr berda û hatim gund. Heger em li bajêr bimana wê jiyana me zehmetir bûbûna. Heta belkî me nikaribûya nanek jî bibira malê. Ji ber ku li vê derê me, kêfxweş im.”

Buhayên mazotê

Îbrahîm Yîgît jî ku her sal van çaxan gund bi gund digere û giyayê welatiyan dihêre ev tişt anî ziman: “Her sal van çaxan gund bi gund digerim, giya û kayê patos dikim. Bi vî awayî debara malbata xwe dikim. Lê ji ber fiyetê mazot û perçeyên yêdek biha bûne, em zehmetiyan dikişînin. Lê cardin jî em bi awayekî jiyana xwe didomînin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar