Di navbera şervanên HSD’ê û leşkerên dewleta tirk û çeteyên wê de li gundê Cafa û mezrayên derdora wê şerekê giran diqewime. Hat zanîn ku heta niha 8 çete hatine kuştin
Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Tevî agirbest û lihevkirinên heyî jî, hêzên dagirker hewl didin ku dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê xwestin li aliyê gundê Cafa û mezreyên derdora wê bi pêş ve werin. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê bersivên tund dan çeteyan û li herêmê şerekî giran rû da.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku di encama pevçûnên heta niha de bi qasî ku hatiye zelalkirin, 8 çeteyên artêşa tirk hatin kuştin û şer bi hemû dijwariya xwe didome.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundê Cafayê di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de ye. SERÊKANIYÊ