Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li gundê Efrînê 2 dagirker hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî komên dagirker ên li gundê Basûtê yê Efrînê çalakî pêk anîne û di encama çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne. Her wiha hêzên artêşa tirk a dagirker jî navçeya Arfadê bi dijwarî topbaran dikin

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li kantona Efrînê berdewam dikin. Têkildarî çalakiyên dawî HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên wan derbên giran li çeteyan xistine. Li hêla din artêşa tirk navçeya Arfadê (Til Rifat) topbaran kir.

HRE’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên li dijî hêzên dagirker de, li herêma Efrînê û derdorê wê derb li çeteyên dagirker xistin. HRE’yê ragihand ku hêzên wan di 17’ê gulanê de li dijî wesayîteke çeteyên Firqet El Hemza ên li gundê Basûtê çalakî pêk anîn û kite kitên çalakiyê wiha parve kir: “Di encama çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.”

Artêşa tirk Arfadê topbaran dike

Li hêla din hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di danê sibehê saet derdora 07.20’an de navçeya Arfadê topbaran kir. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku hêzên dagirker ji gundê Kefer Xaşir ê Ezazê êrîşî Arfadê dikin û heta niha zêdetirî 20 top li navenda navçeyê ketine. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelemperî jê gelê Efrînê, zêdetirî 25 hezar sivîl li Arfadê dijîn. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar