Polîsên dewleta tirk li navçeya Elbîstan a Gurgumê 8 HDP’î binçav kirin. Sedema binçavkirina HDP’iyan nehat zanîn
Cendirmeyên dewleta tirk îro li navçeya Elbistan a Gurgumê bi ser malên gelek rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girt. Di encama serdegirtina malan de gelek endam û rêveberên HDP’î hatin girtin.
Li gorî agahiyan navên rêveberên HDP’ê yên hatine binçavkirin wiha ne: “Alî Kisa, Elîf Kisa, Halîl Hoşoglu, Bekîr Kara, Hatûn Bark, Îbrahîm Mayir, Dîlek Bekîr û Mehmet Dîlekçî.”
Piştî kontrola tenduristiyê jî HDP’î derbasî Fermandariya Cendirmeyan a Elbistanê hatin kirin. Sedema binçavkirina HDP’iyan nehate zanîn. GURGUM