Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Heftanîn û Çelê zêdetirî 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên hêzên wan ên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku berxwedana hêzên wan a dîrokî ya li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî artêşa tirk berdewame û ev agahî dan: “Di sersibeha 25’ê hezîranê de di navbera hêzên me û dagirkeran ên ku hewl didan li qada Şeşdara bi pêş ve biçin şerekî dijwar qewimî û heta êvarê dom kir. Hêzên me li dijî dagirkerên ku bombebaraneke giran li herêmê dikirin bi lehengî li ber xwe dan. Di şerê vir de 7 leşker hatin cezakirin û zêdetirî 10 leşker jî birîndar bûn. Hevrêyên me Esmer Devrîm, Sema Kato, Arîn Engîzek, Berîvan Cûdî û Ararat Serhat ku di bin fermandariya hevrê Esmer Devrîm de bûn, heta fîşeka dawî şer kirin û tev li karwanê şehîdan bûn.”

Li Xantûrê gelek leşker hatin kuştin

Bi domdarî jî HPG’ê têkildarî çalakiyên li Heftenînê ev agahî parve kirin: “Di 26’ê hezîranê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Şehîd Cûdî bi pêş ve biçin, hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sabotajê çalakî kirin. Di encamê de leşkerek hate cezakirin. Di şeva heman rojê de hêzên me li dijî dagirkerên li qada Xantûrê çalakiyeke xurt kirin. Di çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê dê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.”

Çalakiyên li Çelê

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan ên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 24’ê hezîranê saet di 17:00’an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rêber ê Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kir û di çalakiyê de kepçeyek hate derbkirin, kepçeyek hate îmhakirin, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Daxuyanî wiha dom kir: “Hêzên me di 27’ê hezîranê saet di 05:00’an de li dijî qereqola Gire ya li Çelê çalakiyek kir. Di çalakiyê de li çeper û stargehên li qereqolê hate xistin, hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Di 31’ê gulanê de li qada Derewa Qesradê ya Çelê artêşa TC a dagirker dest bi operasyonekê kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyên me Brûsk, Harûn û Kawa yên heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, şehîd bûn.”

Êrîşên hewayî

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker di 26’ê hezîranê saet di 19:30’an û di 27’ê hezîranê saet di 21:30’an de qada Sîda ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehat lê belê agir bi herêmê ket.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar