Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Heftanîn û Geverê 4 leşker hatin kuştin

BEHDÎNAN |

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Heftanîn û Geverê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya li Herêma Heftanînê dabû destpêkirin, çalakiyên bi bandor lidar xistine. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de agahiyên li ser çalakiyên hatin kirin wiha ne;

17’ê Hezîranê saet 14:00’an hêzên me, li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de li ser hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatine girtin.

18’ê Hezîranê saet 22:00’an hêzên me li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Adar di nava liv û tevgerê de bûn çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

23’yê Hezîranê saet di navbera 21.30-23:30’î de helîkopterên şer devera Xantûrê ketûber bombe kiriye. Ji ber bomberdûmanê li bejahiyê şewat derketiye. Di vê demê de jî hêzên me helîkopter kirin hedef. Helîkoptera bi dijwarî hate gulebarandin neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

Li Geverê çalakî

Hêzên me 22’yê Hezîranê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li nêzî Qereqola Memişta ya dikeve devera Geliyê Doskî ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sabotajê kiriye. Di vê çalakiyê de ku yekîneyên dijmin ên di nava tevgerê de bû leşkerek hate cezakirin û 2 kontra jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyonekê kiriye.

Dîsa di çaroveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 23’yê Hezîranê saet 19.30’î li dijî çeperên Qereqola Perîxan a Geverê çalakiyeke serdegirtinê kirine. Hêzên me li dijî komeke leşkerên ku li qadê xebatên kemînê dikirin ketine çeperên wan û li wan dane. Li vir ji du baskan ve li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de yek jê serdeste (onbaşî) bi giştî 3 leşker hatine cezakirin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa TC’ê ya ji ber vê çalakiyê kete nava şokê, li pêşberî vê çalakiya bi perspektîfa taktîka gerîla ya moderm a demê ji bo medyaya xwe weke çalakiyeke tacîzê nîşana daye. Hêzên me li vir ketine çeper û stargehên dijmin û li nava navenda wan li wan dane.

Li Avaşîn û Zapê êrîşên ezmanî

Balafirênn şer ên artêşa TC’ê 23’yê Hezîranê saet 12:00’an devera gundê Girê ya Herêma Avaşîn, saet 16:00’an devera Karker a Herêma Zapê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ziyan negihiştiye hêzên me, t windahiyek me çênebûye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar