Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Heftanîn, Xakûrkê û Şemzînanê 22 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker her diçe zêde dibin. Di çalakiyên li Heftanîn, Xakûrkê û Şemzînanê hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Heftanîn, Xakûrkê û li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên cur bi cur li dar xistin.

Çalakiyên li Heftanînê

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 26’ê hezîranê de li devera Şedara ya Heftanînê çalakiyek kir û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di 29’ê hezîranê de jî hêzên wan ên parastina asîman saet di 11:45’an de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bi cih bûn çalakî kirin û dê hûrgiliyên vê çalakiyê demek piştre bi raya giştî re parve bikin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam kir: “Di heman rojê saet di 14:00’yan de dagirker dema ji Girê Xantûrê ber bi Dola Berazan ve diçûn hêzên me yekîneyek xistin kontrolê û çalakiyek kirin. Di vê çalakiya hêzên me ji nêz ve bi xurtî li dagirkeran dan û di çalakiyê de 10 leşker hatin cezakirin. Hêzên me yên heta saetên şevê dijimin xistibûn bin kontrolê û heta saetên şevê dem bi dem şer qewimî û dom dike. Her ku li ser vê çalakiyê agahî tên ber destê me, em ê bi raya giştî re parve bikin. Hêzên me saet di 14:30’an de jî li devera Girê Dupişka li dijî leşerên tirk ên dagirker çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin. Saet di 16:30’an de jî hêzên me li Girê Katosûlê bi rêbaza sekvaniyê li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek kir û di vê çalakiyê de jî leşkerek hate kuştin.”

Çalakiyên li Şemzînanê

Di berdewamê de jî HPG’ê daxuyand ku hêzên wan di 28’ê hezîranê saet di 08.50’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa tirk ên li Girê Leylek ê Şemzînanê çalakiya sekvaniyê kirin û leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê ragihand ku di 29’ê hezîranê saet di 14:30’an de jî hêzên wan li dijî leşkerên li Girê Cibrî yê Qereqola Bêzelê ya Şemzînan çalakiyek kirin û di çalakiyê de her çiqas çeper û stargehên leşkeran hatibin rûxandin jî, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên tirk nehatine tespîtkirin.

Çalakiyên li Xakûrkê

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di 29’ê hezîranê saet di 12.30’an de li dijî leşkerên li Girê Koordîne yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek kirin û di çalakiyê de li gel kozik û stargehan her wiha 4 leşker jî hatine tunekirin. HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê rakirin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam kir: “Di eynî rojê de artêşa TC’ê ya dagirker di navbeyna Girê Lêlikanê û Kevortê de operasyonek da destpêkirin. Hêzên me yekîneyên dijmin kirine ber kontrola xwe û di 16.30’an de li dijî yekîneyên dijmin çalakiyeke sabotajê kirin. Piştî çalakiyê yekîneya dijmin dema ku hatiye ku destwerdanê li qadê bike çalakiyeke din a sabotajê li dijî wan hate kirin. Di vê çalakiyê de ya 3 leşkerên dijmin hatine cezakirin.”

Êrîşên hewayî

Têkildarî êrîşên hewayî jî HPG’ê ev agahî dan: “Di 29’ê hezîranê saet di 14.30’an de artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de tu ziyan negihişt hêzên me.”

Nasnameya gerîlayekî hate aşkerakirin

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di daxuyaniya xwe ya di 29’ê hezîranê de me gotibû ku di 25’ê hezîranê de hêzên me li qada Dola Heyderan a Gever a Colemergê çalakiyek kir, di çalakiyê de wesayîtek hatiye rûxandin, 4 leşker hatine cezakirin û di operasyona piştî çalakiyê de jî hevrêyê me Brûsk Botan şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Brûsk wiha ye;

Nasnav: Brûsk Botan

Nav Paşnav: Hasan Kanat

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Asya – Sabrî

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 25’ê Hezîrana 2020’an/ Gever” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar