Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Heftanînê 16 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê li dijî dagirkeriyê pêk anîn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hat parvekirin: “Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker ku li herêma Heftanînê dimeşîne, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de çalakî li dijî artêşa TC a dagirker hatin lidarxistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

10’ê tîrmehê saet di 17:10 û 11’ê tîrmehê saet 09:30’î hêzên me yên YJA Starê li Girê Şehîd Cûdî yê qada Şeşdarayê, çalakiyên sûîqestê li dijî dagirkeran lidar xistin. Di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

11’ê tîrmehê saet di 15:00 de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şehîd Berxwedan ê Xantûrê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

12’yê tîrmehê (îro) serê sibehê li mintiqeya Dola Beraza ya qada Xantûrê li dijî dagirkerên ku hewl didan ji bejahî ve bi pêş ve biçin, hêzên me ji sê baskan ve ji nêz ve lê dan. Li gorî agahiyên hatin wergirtin 13 leşkerên dijmin hatin cezakirin. Şerê li herêmê hîn jî dewam dike. Dema ku agahî hatin bidestxistin dê bi raya giştî re bên parvekirin.

25’ê hezîranê artêşa TC a dagirker li sêgoşeya navçeyen Elbak-Saray-Payîzava yên Wanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Ev operasyon 30’ê hezîranê bêencam ma.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar