Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser çalakiyan gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li dijî artêşa tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîkî weşand.
Daxuyaniya HPG’ê ya derbarê çalakiyên gerîlayan de wiha ye:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 9’ê Cotmehê saet 13:00’an li dijî leşkerên TC’ê yên li Girê Koordîne ya li herêma Heftanînê çalakiye kirin. Di vê çalakiyê de ku 2 çeper hatin hedefkirin û bi xurtî lê hate dayîn, hatin rûxandin; dagirkerên li nav jî hatin cezakirin. Li heman girî, li çeperekê ku cebilxane li nav bû bi xurtî lê hate dayîn, şewitî û îmha bû. Di vê çalakiyê de 3 çeper rûxiyan, 5 dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn.
Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber didomin. Li gorî vê;
7’ê Cotmehê saet di navbera 11:30-12:00 balafirên şer derdorî gundê Rûsê ya dikeve Bektorya ya herêma Heftanînê bombe kir.
9’ê Cotmehê saet ji 12:30’î heta 13:30’î balafirên şer qada Cîloyê Biçûk a navçeya Çelê ya Colemêrgê bi dijwarî bombe kir.
9’ê Cotmehê saet ji 18:20’ê heta 19:00’an balafiran dever Kurojahro ya herêma Zapê bombe kir.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevrêyên me nehatine.” BEHDÎNAN