Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Heftanînê 3 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li dijî leşkerên artêşa tirk çalakî pêk anîn. HPG’ê da zanîn ku di encama van çalakiyan de 3 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê daxuyand ku çalakiyên hêzên wan ên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de yên li dijî hêzên artêşa tirk berdewam in.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di vê çarçoveyê de di 22’yê îlonê saet di 09.15’an de li dijî hêzên artêşa tirk ên li Girê Şehîd Mervan yê li herêma Geliyê Pixasayê çalakî li dar xist. Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Bi serkeftî li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Çalakiya duyemîn

Di berdewamê de jî HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan saet di 10:00’an de jî cara duyemîn li dijî leşkerên li Girê Şehîd Mervan çalakî pêk anîn û wiha domand: “Hêzên me bi serkeftî li hêzên dijmin xist û leşkerek hate kuştin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî, bi silametî vegeriya baregeha xwe.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê daxuyand ku hêzên artêşa tirk di 21’ê îlonê saet di 19:15’an de li dijî geliyê Şehîd Ahmet Rapo yê li herêma Partîzan êrîşeke hewayî pêk anî û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Bi êrîşê re hemwext qereqolên li ser xeta sînor jî bi topên hawan û obûsan li herêmê dan. Di 21’ê îlonê saet di navbera 22:00 û 23:00’an de helîkopterên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Tepê Gundiya, Tepê Hemze, Dola Heydera, Qela Bêdehê û Kinyanîş a navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar