Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Li Heftanînê dagirker tarûmar bûn: 31 leşker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapeneniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku gerîlayan li Herêma Heftanînê derbên giran li artêşa tirk a dagirker daye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn a li dijî dagirker û şerê qewimî de wiha ne;

11’ê Tîrmehê saet 04:00’an artêşa TC’ê xwestin ber bi Girê Şehîd Bîrhat û Girê Kartal ê girêdayî Bektorya pêş ve bên. Hêzên me ev yekîne xistine kontrolê û li dijî dagirkeran rêze çalakî kirine. Di 3 çalakiyên cihê de ku li yekîneya dijmin da, biqasî hate zelalkirin 7 leşker hatine cezakirin, gelek jî birîndar bûne.

Hêzên me sibeha heman rojê li devera Girê Kartal û Şehîd Bîrhat li dijî dagirkeran çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de ku 3 caran baş hate hedefkirin, 16 leşker hatin cezakirin û 5 jî birîndar bûn.

Di şer û bomberdûmana li devera Girê Kartal û Şehîd Bîrhat qewimî de hevrêyên me Evîn û Bahoz şehîd bûne.

12’yê Tîrmehê saet 06:00’an dagirkerên ku xwestin ji devera Xantûra ber bi Dola Bizina û Girê Danînê bi pêş ve bên, hêzên me ji 3 baskan ve ev yekîneya dijmin xistine kontrolê û çalakî kirine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine cezakirin. Dema ku dijmin xwestin ji qadê vekişin cara duyemîn bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî hate lêdan, 5 leşkerên dijmin hatine cezakirin.”

Li Peyîzava operasyon û şer

HPG’ê li ser şerê li Peyîzavayê jî ev tişt diyar kir: “Artêşa TC’ê ya dagirker 2’yê Tîrmehê li devera Gundê Axûla ya navçeya Peyîzava ya Wanê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiribû. Di navbera artêşa TC’ê ya bi desteka helîkopteran xwestin leşkeran danîn û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Welat, Kendal û Azad ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar