Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da û ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya pêngava KJK’ê de ya ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina jin a azad, civaka azad e’;
19’ê mijdarê saet di 13:00 de li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Kartal ê li qada Bektoryayê, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.” BEHDÎNAN