Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li Heftanînê kepçeyek û operatorê wî hat îmhakirin

Gerîlayan li herêma Heftanînê 8'ê Mijdarê di çalakiyekê de kepçeyek îmha kirin û operatorê wî ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

8’ê mijdarê saet di 10:20’î de li Geliyê Pisaxayê, li quntara Girê Hêlizê, hêzên me bi rêbaza sabotajê li kepçeyeke dagirkeran xistin ku dixwest ji bo dagirkeriyê rê çêbikin. Di encama çalakiyê de kepçeyek hat îmhakirin, operatorê kepçeyê hat cezakirin.

Heta fîşekên xwe yên dawî şer kirin

Di daxuyaniya 2’ê mijdara 2021’ê de me ragihandibû ku 30’ê cotmehê li herêma Heftanînê di dema çalakiyekê de ku 6 dagirker hatin cezakirin, hevrêyekî me birîndar bûye. Hevrêyê me Çekdar ku di şer de bi rengê fedayî bi ser çeperên dijmin ve çû û derbên giran li dagirkeran xist, bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me Nûman hevrêyê me yê birîndar bi qedemeyekê ji qada şer derxist. Piştre şerekî giran qewimî û di vî şerî de hevrêyên me Çekdar û Nûman heta fîşekên xwe yên dawî şer kirin. Di encama vî şerê dijî dagirkeriyê de şehîd bûn.

Ev çalakî bi taktîkên serdema nû yên gerîla bi rengekî serketî hat kirin. Lehengên me yên şehîd bûn, ku di serketina vê çalakiyê de xwedî kedeke mezin bû, bi rêbaza gerîla ya profesyonel di demeke kurt de xwe berdan nava çeperên dagirkeran û kirin ku ruhê milîtaniya Apoyî bi ser bikeve.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çekdar Zîlan

Nav paşnav: Bûrhanettîn Tasman

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Gulistan-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Cotmeha 2021’an / Heftanîn

Hevrêyê me Çekdar li Mêrdînê ji dayik bû ku vê herêmê di dîroka gelê me de pêşengî ji berxwedana bi rûmet a gelê me re kiriye û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Dema ku li zanîngehê dixwend, siyaseta dejenerekirinê û asîmîlekirinê ya dewleta tirk a mêtinger ku li dijî ciwanên kurd dimeşan, ji nêz ve dît û li vê qadê tev li karên ciwanan bû, li dijî siyaseta qirêj a mêtingeran tev li têkoşînê bû. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku gel û ciwanên kurd tenê bi têkoşîna Gerîlayên Azadiyê dikarin bi ser bikevin. Bi vê têgihiştinê sala 2014’an tev li nava refên gerîla bû. 7 salan li Heftanînê gerîlatî kir û weke gerîlayekî şareza, fedakar û fedayî demeke dirêj ked da. Hevrêyê me Çekdar ku di nava hevrêyên xwe de weke sembola bawerî û biryardariyê dihat naskirin, di nava jiyanê û şer de şert û merc çi dibe bila bibe bi mîsyona pêşengiyê rabû. Di demeke kurt de bû fermandarekî gerîla yê şareza. Tev li gelek çalakiyên bi taktîkên nû yên gerîla bû û derbên mezin li dagirkeran xist. Di çalakiya dawî de bi ser çeperên dagirkeran ve çû û gelek dagirker ceza kir. Hevrêyê me Çekdar ku di serxistina çalakiyê de xwedî roleke mezin bû, tevî ku bi giranî birîndar bû heta kêliya dawî jî şer kir û hefta fîşeka xwe ya dawî li dijî dagirkeran li ber xwe da. Hevrêyê me Çekdar her tim bi ruhê modern ê gerîla jiya û wê bi ruhê milîtan her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.

Nasnav: Nûman Amed

Nav paşnav: Saîd Ozturk

Cİhê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Gulê-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Cotmeha 2021’an / Heftanîn

Hevrêyê me Nûman li navenda civakî ya Têkoşîna me ya Azadiyê li Amedê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Li hemberî êrîşên giran ên dagirkeran ên li dijî gelê me, weke ciwanekî kurd ê bi rûmet sala 2014’an tev li nava refên Gerîlayên Azadiyê bû. Nîşan da ku têkoşîn divê li ku û çawa bê meşandin. Hevrêyê me Nûman li gelek qadên cuda gerîlatî kir û şaraza bû. Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê giran bûn, derbasî herêma Heftanînê bû û li dijî dagirkeran têkoşîneke bêeman meşand. Bi sekna xwe ya bi biryar û kesayetiya xwe ya kedkar di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Têkoşîna li ser xeta Rêber Apo timî ji xwe re kir esas. Hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran timî zindî hişt û li ser xeta serketinê bênavber meşiya. Di tatkîkên gerîla yên profesyonel ên demê de şareza bû, xwe bi pêş ve bir û tecrûbeyên ku hîn bûn bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Çekdar bi vê yekê mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Hevrêyê me Nûman ku di çalakiya Heftanînê de xwedî roleke mezin bû, bi ser çeperên dijmin ve çû, gelek dagirker ceza kir û piştî çalakiyê hevrêyê me Çekdar ê bi giranî birîndar bû bi tenê nehişt, ji qada şer derxist. Piştre jî di şerê dijî dagirkeran de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevî hevrêyê me Çekdar tev li nava karwanê nemiran bû. Hevrêyê me Nûman wê bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê ku bi ruhê xwe yê fedayî ava kir, timî di nava têkoşîna me de bê bîranîn.

Hevrêyên me Çekdar û Nûman bi çalakiyên xwe, cihê xwe di nava dîroka me ya berxwedanê de girt ku dema dawî derbên giran li dijmin xistiye. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Çekdar û Nûman em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar