Li çoltera rojavayê Helebê helîkoptêrek aîdî Hêzên Rejîma Sûriyeyê ji aliyê komên çete yên di bin banê Tirkiyeyê de hat xistin. Li herêma Kuptan el-Cebel şer giran bû û helîkoptêra ji aliyê van komên çeteyan ve hedef hat girtin dûman jê kişiya û ket xwarê.
Beriya niha bi 3 rojan dîsa helîkoptêrek ji aliyê van koman ve li navçeya Serakîb a Idlibê ve ku rejîmê wir xistiye bin kontrola xwe hatibû xistin û 3 kesên di hundirê wê de jiyana xwe ji dest da bûn. HELEB