PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan hat vekir

Bi dirûşma ‘Bi fikr û felsefeya Rêber Apo dê mirovahî ji destpoîzmê rizgar bikin’ PYD’ê pêşangeheke pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Şêxmeqsûd vekir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda taxa Şêxmeqsûd a rojava ya bajarê Helebê bi dirûşma ‘Bi fikr û felsefeya Rêber Apo dê mirovahî ji destpoîzmê rizgar bikin’ pêşangeha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist. Di pêşangehê de bi dehan endamên sazî û partiyên siyasî ji pêkhateyên ereb û kurd beşdar bûn.

Endama Rêveberiya Buroya Perwerdeyê ya PYD’ê ya Helebê Elîfe Hesen vekirina pêşangehê li beşdaran pîroz kir û got ku armanca wan ew e ku balê bikişînin ramanên fîlozofê serdemê Abdullah Ocalan,

Piştre endamê Meclisa PYD’ê Elî Mistefa gotina Ocalan a ‘Bi fikr mirov tên avakirin û bi mirovên difikirin, şaristanî tê avakirin’ bi bîr xist û teqez kir ku destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê berhemên fikren Ocalan in.

Piştî axaftinan deriye pêşangehê ji aliye hevjîna şehîd Emar ê ku li taxa Şêxmeqûsê şehîd bûbû ve hat vekirin.

PYD’ê li pêşangehê pirtûk li tevahî beşdaran belav kirin û dê pêşangeh heta du rojan bidome û ji saet 11:00’an heta 17:00’an vekirî be. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar