Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li hember destdirêjî û êrîşên tirkan xwedî helwest bin

Welatiyên Bexdayê bal kişandin ser êrîş û destdirêjiya tirkan ya li ser xaka Iraq û başûrê Kurdistanê û gotin: “Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku ji bo rawestandina êrîş û destdirêjiyên dewleta tirk a dagirker xwedî helwestek cidî bin.”

Êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta dagirker rojane herêmê bombebaran dike û xelkê sivîl dike hedef. Welatiyên Bexdayê derbarê êrîşên dewleta dagirker de ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Seed Mihemed destpêkê bombebaranên dewleta tirk yên ser başûrê Kurdistanê şermezarkir û got; “Başûrê Kurdistanê jî beşek ji Iraqê ye, lê Tirkiye dijminên gelê kurde, ji bo vê hertim em dibînin gund û herêmên kurd lê niştecihin, bombebaran dike. Dewleta tirk ji dagirkeriya xakê zêdetir dixwaze, bi taybet li Iraqê daxwazek ya wan a cûda heye. Em destdirêjiya dewleta tirk red dikin.”

Mihemed dawiyê bang li hikûmeta Iraqê û parlamentoyê kir da ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk a dagirker xwedî helwestek cidî bin.

Welatiyê bi navê Ednan Ebu Miryem jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Ednan jî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi tûndî şermezar kir û dewamiya êrîşan bi lewaziya hikûmeta Iraqê ve girêda. Ednan xwest Iraq dijî binpêkirinan bersivek tûnd nîşanî Tirkiyeyê bide û wiha dom kir; “Dewleta tirk dibistan û gundên herêmê dike hedef, herwiha me dema borî de jî dît cihên geştiyar kir hedef. Berpirsyarê van bûyeran hemû jî hikûmeta Iraqê ye.”

Welatiyê bi navê Ebu Zeyneb Beydanî jî dibêje; “Başûrê Kurdistan beşek ji Iraqê ye û birayên me nin. Em nikarin dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng bimînin, di dema erdhejê de Iraq û başûrê Kurdistanê alîkariyek mezin ji Tirkiyeyê re şand. Ji bo vê Tirkiye divê bombebaran û kuştinan neke hedefa xwe û başiyê bihilbijêre. Tu binpêkirinek ya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin, bi taybet êrîşên ser cihên geştiyarî, dibistan û rewşenbîran. Em bang li Iraqê dikin dijî Tirkiyeyê li Dadgeha Mafê Mirovan giliyê Tirkiyeyê bike.”

Ebu Zeynep Beydanî got ku Iraq xwedî serweriye û nabe ev serwerî ji aliyê tu welatan ve were binpêkirin, Tirkiye niha dijî Iraqê siyasetek xirap dimeşîne, bi taybet jî di mijara avê de.

Di dawiyê de jî welatiyê bi navê Elî Fazil li ser heman dagirkeriya dewleta tirk a dagirker axivî. Elî Fazil êrîşên ser xaka Iraqê weke binpêkirina serweriyê dibîne û got; “Ya ku Tirkiye dike binpêkirina serweriya Iraqê ye, bang li hêzên Iraqê dikîn, ji bo dawî li êrîşênTirkiyeyê bên, bi tundî bersiva êrîşan bidin. Ev binpêkirin hemû jî ji bo lewazkirina Iraqê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar