KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Li hemberî destwerdanê serî hilda gelê Wanê

Li hemberî hewldana destwerdana şaredariya Wanê gelê kurd bi sekna xwe ya biryardar peyam û bersiva xwe bi zelalî da desthilata AKP-MHP’ê.

Gelê kurd bi vê helwesta xwe, xwedî li vîna xwe derket û got: “Em ê rê nedin feraseta qeyûman.”

Got ku ew ê tu car serî li ber derteserkirina qeyûm û xespkirina vîna gelan serî netewînin, ew ê li hemberî plana serîtewandin û çokdanînê bêdeng nemînin.

Gelê kurd bi bersiva xwe ya sindoqan desthilata AKP’ê ber bi jêr ve gindirand û dawî li pêkanîna qeyûman anî.

Gelê Wanê bi hest û helhesta xwe ya şoreşgerî, ligel şaredariya bajarê mezin, ji 14 şaredariyên navçeyan, her 14 şaredarî jî bi rêjeyeke  bilind bidest xist.

Desthilata AKP’ê dîsa planên xwe yên qirêj xistibû meriyetê û roja 29’ê adarê, di kêliya dawî de qaşo bi hinceta hiqûqî dixwest dest deyne ser mazbataya Abdullah Zeydan ê ku gelê Wanê ew wek vîn û şaredar hilbijartibû.

Gelê Wanê û hemû gelê kurd vê lîstik û bêhiqûqiyê qebûl nekir, li ber xwe da, xwedî li vîna xwe derket.

Ev berxwedan û xwedî derketina li vîna xwe, hişyarî û haydarî di nava gelê bajarên din ên Serhed, Botan û Amedê de jî çekir.

Berxwedana gelê Wanê ya xwedîderketina li vîna xwe, di heman demê de di nava partiyên siyasî yên muxalîf û saziyên sivîl de jî bû çirûska helwest, hewldan û hêzeke xurt a li hemberî zilm û zordariya AKP-MHP’ê û  rihê yekitî û hevgirtina gel û civakê ava kir, anî ber hev û ji bajarên kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran gel herikî bajarê Wanê.

Vê herikînê, bi cih anîna heq, hiqûq û zagonên ku demên dirêj li Tirkiyeyê di refan de toz girtibû  bi bîra Akp-Mhp û raya giştî ya Tirkiye û cihanê xist.

Vê berxwedana gelê Wanê, ji gelê bajarên din û alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê re jî bû mînaka wêrekî, serhildan, berxwedan û xwedî derketina li vîn û rûmeta xwe, pir aşkare û bi zelalî du tiştên berbiçav dersxist holê û diyar kir.

Yek: Ew çand û kevneşopiya berxwedan û rihê xwedî derketina li vîna xwe ya ku bi gelên Kurd dabûn jibîrkirin zindî kir, bi bîra gel û civakê xist.

Du: Hêviya AKP-MHP’ê, ango Erdogan û Bexçelî a mîna du serdemên berê dîsa bi marîfeta qeyûman desteserkirina şaredariyên ku bi vîna gel hatine bidestxistin  şikand û di dilê wan de hişt.

Gelê kurd, bi berxwedana parastina vîna xwe derseke dîrokî da desthilata AKP-MHP’ê û hevkar û hevalbendên wê.

Ev bû derseke wisa ku êdî nema desthilata AKP-MHP’ê  wêrekiya destwerdan û desteserkirina şaredariyên gel nîşan bide.

Êdî nema gelê kurd li bajar, navçe û bajarokên ku bi dengê gel hatine bidestxistin destûr bide desteserkirina vîn û rûmeta xwe.

Nûçeyên Têkildar