Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Li hemberî muxalîfan hiqûqa dijminatiyê tê meşandin’

Parêzerê ji OHD'ê Veysî Eskî diyar kir ku bêhiqûqî li Tirkiyeyê bûye pergala dadgeriyê û wiha got: "Bi giştî li hemberî muxalîfan hiqûqa dijminatiyê tê meşandin, bi taybetî jî hem di doza Gezî de hem jî di doza Kobanê de heman hiqûqa tolhildanê tê ferzkirin."

Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Veysî Eskî têkildarî doza Parlamenterê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay û çalakiya li ber Edliyeya Çaglayanê di nobeda edaletê tê meşandin de axivî.

Eskî diyar kir ku normal bêyî pêwîstî bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê dîtin, hempîşeyê wî Can Atalay piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê dema ku ji TÎP’ê bû parlamenter û hate hilbijartin yekser diviyabû bihata berdan, lê belê ji ber nêzîkatiyên kêfî yên dadgehan rewş gihîştiye asta heyî.

Parêzer Eskî anî ziman ku ev rewş beriya niha di 4’ê Mijdara 2016’an de li Selahattîn Demîrtaş û gelek siyasetmedarên din ên kurd hate ferzkirin û wiha got: “Weke ku tê zanîn, wê demê bi piştgiriya CHP’ê jî mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlên HDP’ê tenê hate rakirin. Bêhiqûqî hemû di destpêkê de li dijî kurdan têne ceribandin, dema ku li wir bi cih hat hingî li hemberî muxalîfên din têne kirin. Ji xwe me piştre di mînaka Enîs Berberoglû de dît. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar dabû ku divê Berberoglû yê ji CHP’ê bû parlamenter, bê berdan lê belê Akin Gurlek ê ku niha alîkarê Wezîrê Edaletê ye li ber wê biryarê rabû bû. Ji wê demê ve dadgerî li ber hemû biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) radibe. Yanî biryarên DMME’yê û Dadgeha Destûra Bingehîn ne cihê nîqaşê ne, lê belê dadgehên herêmî van biryaran bi rengekî antî azadîparêz şîrove dikin û mexdûriyeta van kesan dewam dikin.”

Eksî bi bîr xist ku li hemberî Şaredara berê ya Amedê siyasetmedara kurd Gultan Kişanak jî heman bêhiqûqî tê kirin û wiha dewam kir, “Tevî ku mafê dadgerên ceza nîne ku li dijî azadiyê şîroveyê bike, timî di vê mijarê de şîroveyan dike û biryaran bi vî rengî dide. Rewşa Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi heman rengî ye. Bi giştî li hemberî muxalîfan hiqûqa dijminatiyê tê meşandin, bi taybetî jî hem di doza Gezî de hem jî di doza Kobanê de heman hiqûqa tolhildanê tê ferzkirin. Pirsgirêk desthilatdariyê bi Gezî û Kobanê re heye, lewma di van herdu dozan de planeke tolhildanê bi cih tîne.”

Parêzer Eskî anî ziman ku Desteya Dadger û Dozgeran wezîfeya xwe nake û destnîşan kir ku divê wezîfeya xwe bike û têkildarî heyeta Dadgeha Cezaya Giran a 13’emîn tavilê dest bi lêpirsînê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar