Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li hemberî planên qirêj serkeftina azadiyê û berxwedana dîrokî

Mûnzûr Dersîm

Tê zanîn ku di her werzên zivistanan de hemû hêzên hegemon ji bo demên demdirêj û projeyên xwe yên ser erd û bin erd bixin meryetê plan û projeyên xwe yên berfireh amede dikin. Ji van hêzan jî yek dewleta tirk a ku çav berdaye xaka dewlemend ya Kurdistanê. Dewleta tirk ya dagirker her sal bi navê oparasyonên cuda li dijî gêrîllayên Tevgera Azadiyê û Gelê Kurd bi plan û projeyên ku nu li ser nexşeyê danîne dest bi operasyonên tune kirina kurdan dike.

Bê guman tê zanîn ku em di pêvajoyek pir giring û dîrokî re derbas dibin. Pêvajoya ku niha em têde derbas dibin pêvajoyekî wisa ku şerê gelê şoreşgerî yê man û nemanê ji bo azadiya kurd û Kurdistanê tê kirin e. Dewleta tirk ya dagirker ji bo tunekirina gerîllayên Azadiya Kurdistanê û gelê kurd her tiştê xwe serferber kiriye. Di destpêkê de li gel Malbata Barzanî û partiya wî PDK`ê li hevkirinên girîng ku dawî li Tevgera Azadiyê bînin peymanên demdirêj da mohr kirin. Piştî wê jî li gel serok û hinek partiyên hikûmeta navendî ya Iraqê li ser vê yekê rêze hevdîtin pêkanîn û ev yek bi wan dan pejirandin. Ev hevdîtin destpêkê li gel Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî hat kirin, piştre rêveberên şîa û sine vexwendin Tirkiyeyê û rêze hevdîtin dan çêkirin. Piştî van hevdîtinan serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bilez û bez li ser daxwaza serokkomarê tirk Erdogan çû Enqerê. Dema ku Serokê Herêma Federal Nêçîrvan Barzanî li Enqerê bu, serokwezîr Masrur Barzanî li gel dewletên yekgirtî yên ereb di rêze hevdîtinan de bû. Gelo ev hevdîtin ji bo çi hatin kirin? Sê sedemên girîng yên van hevdîtinan hene.

Sedema yekemîn ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê tevahî hêz bibin yek, sedemê duwemîn gaza xwezayî ya herêma Kurdistanê ji bo neyê dayîna Hikumeta Navendî bi yek carî dayîna Tirkiye û welatên ereban. Sedemê sêyem jî êrîşên li ser xaka Kurdistanê rewa ditîn û sinorên Misakî-Milî ji nû ve were dîzayn kirin.

Ger ku em li dirokê temaşe bikin, çendî dewleta tirk ya dagirker li dijî Tevgera Azadiyê operasyon dane destpêkirin rastî berxwedanek bêhempa ya keç û xortên kurd yên ku niha di çeperan de li berxwedidin hatiye. Bêguman em vê ji bîr nekin her operasyona ku hatiye kirin jî teqez bi hevkariya Partî Demokratî Kurdistan (PDK), malbata Barzanî û bi hevkariya Hikumeta Navendî ya Iraqê ev yek hatiye kirin. Belê bêguman filen malbata Barzanî û partiya wî PDK`e di nava vê qirêjiyê dene. Di heman demê de agahiya Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî, ji vê yekê heye. Ji ber ev yek ji hevdîtinên Mustefa Kazimî, rêveberên şîa-sine yên li Tirkiyeyê û êrîşên ku di 18`ê nîsanê de li ser Şengalê hatî kirine de diyar dibe.

Artêşa tirk di 17`ê nîsanê de bi tevî hemû hêz, teknîk û teknolojiya xwe ya di NATO`yê de di rêza duyemîn de ye êrîşekî berfireh li dijî herêmên Zap, Avaşîn-Basyan, Kurêjahro û Şikefta Birîndaran de dan destpêkirin. Ev êrîş li dijî Tevgera Azadiya Kurd, dagirkirina başûrê Kurdistan û qirkirina gelê kurd dan destpêkirin. Ji ber vê yekê jî Tevgera Azadiya Kurdistan bi bîr, bawerî, fikir û felesefeya Rêber Apo bi daxuyaniyekê ev êrîş wek şerê man û nemanê ê azadiyê ragihand.

Şer û êrîşên ku niha tên meşandin bi plan û projeyên wisa demdirej hatine niqaş kirin û danîna holê. Wek ku Rêber Apo jî dibêje: “Qonaxa Şerê paradîkmayê” em niha di qonaxa şerê paradîkmayê de derbas dibin, divê em gelê kurd jî vê yekê wek qonaxa şerê paradîkmayê bigirin dest û piratîka vî şerî bixin meriyetê. Ji ber ku ev êrîşên tune kirinê yên ku di roja meya îro de tên meşandin ger ku em xwe li gorî pratîka şerê paradîkmayê amede nekin em ê ji bo wê nebin bersiv. Divê em di her hêla şerê paradîkmayê de bi awayê pratîkî viya bidin meşandin. Ji bo em serkeftinên mezin û bi heybet bi dest bixin

Divê her kes vê yekê baş bizane ku armanca êrîşên artêşa tirk û mala barzanî ne PKK tenê ye, di heman demê de dagirkirina tevahî başûrê Kurdistanê û qirkirina gelê kurd e. Gotin li cih be dixwazin gelê kurd di qirkirinek nû ya sed salî re derbas bikin. Ev yek ji aliyê NATO, YE û DYE ve jî hatiye pejirandin, ji ber ku serokkomarê tirk Erdogan di civîna NATO`yê ya 2020`an de vekirî gotibû ez ê êrîşî sînorên Misakî-Milî bikim û dagir bikim. Yanî dixwaze li gel mala barzanî sinorên osmaniya kevin nû bike û bi destê kurdan, kurdan di qirkirinekî dîrokî re derbas bike. Eger gotin di cih debe em dikarin bêjin, “Kurmê darê bi hemû hêza xwe ketiye nava darê û dixwaze demarê ku di hindurê darê de şîn bûne qut bike.”

Belê me got şerê man û nemanê ê azadiyê, eger ku em li van êrîşan temaşe bikin em ê gelek pirs û bersivan derxînin holê. Li aliyekî bi hemû hêz, teknîk û çekên kimyawî êrîş kirina li xwe çeperên gerîlla, li aliyekî din jî berxwedana dîrokî ya gêrîllayên azadiya Kurdistanê û li aliyê din jî hevkariya mala barzan û Hikumeta Navendî Iraqê. Ev yek hemû di yek roj, yek seet û heman wextî de pêk hat. Ji ber ku şeva artêşa tirk bi hevkariya PDK û mala barzan dest bi êrîşan kirî, artêşa Iraqê jî di heman demê de êrîşî Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ û YJŞ yê parazavanên Şengalê kirin. Bêguman em bêjin agahiya artêşa iraqê ji vê yekê nîne ji ber ku wezareta derve ya Iraqê û partiyên wê bi daxuyaniyan ev êrîşana şermezar kirin wê ne rast be. Ji ber ku eger agahiya wan jê nebûya wê di heman rojê de êrîşî Asayîşa Êzîdxanê û şervanên YBŞ û YJŞ ê nekiriban, eger agahiya wan nebûna wê serokwezîr li hemberî van êrîşan û binpêkirina xaka Iraq û başûr ew qas xemsar nêz nebûna, eger agahiya wan nebûna wê peymana Mîsakî-Milî ya qasî 50-60 km bikeve xaka başûr de wê ne pejiranda. Bêguman agahiya wan ji van hemûyan heye û daxuyaniyên tên dayîn ji hemû ji aliyê MÎT, Parastina PDK ê û Istixbareta Iraqê ve hatine amede kirin. Ji bo vê jî bila gelê me bi van dep û dolabên ku bi navê daxuyanî didin neyên xapandin.

Konsepta ku niha bi hevkariya PDK`ê bi awayekî zelal êrîşên giran li ser gêrîlla û Kurdistanê tê meşandin, ne tenê li ser gerîlla ye di heman demê de li ser civaka kurd, destkeftiyên kurd û tevahî   nirxên gelê kurd tê meşandin. Ji ber ku niha li başûrê Kurdistanê karê mala barzan û PDK`ê tenê îxaneta qirêj û hevkariya dijmin e. Ji ber ku ev yek di şexsê Masrûr û Nêçîrvan de bi awayekî zelal derket holê. Rexmî hemû teknîka zêde ya NATO`ê û çekên qedexkirî, li ser gerîlla tê bi karanîn bêguman li hemberî vê jî berxwedanek bêhempa ya dîrokî a serkeftinê heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar