Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Li hemberî şerê taybet berxwedaneke bêhempa tê meşandin

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û wiha axivî: “Li hemberî vê zîhniyetê, têkoşînek ku bi paradîgmaya ekolojîk, azadiya jinê re hewl didin jiyaneke bi rûmet ava bikin heye. Ev têkoşîn wê teqez rê li ber serketinê veke."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mêtleq de tê ragirtin û 38 meh in agahî jê nayê girtin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk derbarê tecrîda li Îmraliyê tê meşandin de axivî. Ozturk diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye li hemû qadan belav bûye û wiha got: “Yek ji bandorên herî zelal ên vê tecrîdê ku ji Îmraliyê heta hemû girtîgehan û ji wir jî li civakê belav bûye, aliyê aborî ye. Siyaseta şer tê meşandin. DEM Partiyê gelek caran aliyê vê siyaseta şer a ku parçe dike, aliyê wê ya jiyanî û texrîbata aboriyê daniye holê. Droneyek difire, wê mehê bi deh hezaran mirov nikarin xwarinê bixin lalîkên xwe. Li Tirkiyeyê mirov xwe bêhêvî û bêsiberoj hîs dikin. Bêguman li dijî vê yekê têkoşîneke rêxistinbûyî heye. Di 1’ê gulanê de me ev helwest, pir zelal dîtin. Li dijî polîsên dewletê helwesta rêxistinbûyî ya çalakgeran hebû. Yekser desthilatdarî xwest bi binçavkirin û girtinê re ceza bike. Yek ji bandorên tecrîdê jî ev e. Li Kurdistanê jî ‘rejîma qeyûm’ a ku di dema dawî de têk çû cardin, bandora tecrîdê ye.”

Desthilatdarî di nava xwe de jî şikestinekê dijî

Di berdewamiya axaftina xwe de Ozturk daxwaza tengkirina qada civakî û siyasî hemû tecrîda civakî ye û wiha domand: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet heye. Li dijî wê jî jin berxwedaneke mezin nîşan dide. Polîtîkayên dijminane ku tê de kuştina jinan zêde dibe û zemîna her cure tundiya li ser jinê tê amadekirin jî encama tecrîdê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku yek ji rêveberên herî dilsoz ên modernîteya kapîtalîst e, ev demeke dirêj e di nava krîzeke piralî de ye. Ev desthilatdarî ku di nava xwe de jî şikestinekê dijî, ji bo karibe hebûna xwe berdewam bike, serî li neteweperestiyê dide. Zirara ku van polîtîkayan di demeke kurt de dane demokrasiya Tirkiyeyê gelek mezin e. Zîhniyeta yekperest, serdest a mêr wê bi tu awayî bi kêrî Rojhilata Navîn neyê. Ev zîhniyet zirarê dide vê erdnîgariyê û her nirxê hevpar ê rûmeta mirovahiyê. Bê guman li hemberî vê zîhniyetê, têkoşînek ku bi paradîgmaya ekolojîk, azadiya jinê re hewl didin jiyaneke bi rûmet ava bikin heye. Ev têkoşîn wê teqez rê li ber serketinê veke.”

Hîmê paradîgmayê azadiya jinê ye

Ozturk bi bîr xist ku 8 sal in li Kurdistanê rejîma qeyûm heye û wiha dewam kir, “Ev rejîm weke prototîpa rejîma tecrîdê hate pêkanîn. Yek ji hîmê sereke yê paradîgmaya me ew e ku azadiya jinê be. Karê destpêkê yê van qeyûman, girtina saziyên jinan bû. Navaroka hemû saziyan hatin valakirin û heta li kursên îstîhdamê jî xerabûnek çêbû. Îro jî ji bo jiyana civakî ya li Kurdistanê felç bikin, bi zanebûn qaseyên vala û deynên mezin hatine çêkirin. Erdnîgariya Kurdistanê ya ku têkoşîna jinê tê de cihek girîng e, ciwan fikr û jêhatîbûna xwe zindî dihêlin û alternatîfên xwe ava dikin, ji her alî ve hewl dane ku bêweç bikin. Lê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê van siyasetan tehşîr dike û li dijî wê helwesta xwe gelekî xurt nîşan dide. Li dijî van êrîşan divê em yekîtî û bihevrebûna xwe xurt bikin.”

Ozturk destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka kurd û tecrîdê nayê çareserkirin bandora hilweşînê gelek mezin e û wiha domand, “”Îro li Tirkiyeyê ji ber aborî û demokrasî nîne, di her warî de di nava krîzekê de ye û têkiliyên bi welatên derve re ne bi qasî berê xurt e. Polîtîkayên îmha û înkarê ev çend sal in tiştekî baş neanî vê erdnîgariyê. Piştî vê demê wê neyîne. Pêvajoya herî aram a ku demeke dirêj li Tirkiye û Kurdistanê pêk hat, pêvajoya ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin bû. Rêya rizgariya ji vê krîzê jî tenê destpêkirina pêvajoya diyalogê ye. Bi vê hişmendiyê girtiyên siyasî yên li girtîgehan piştî greva birçîbûnê ya 130 rojan, ji 4’ê Nîsanê ve ji bo şikandina tecrîdê çalakiya xwe bi boykotkirina hevdîtin û derneketina dadgehê berdewam dikin. Şikandina tecrîdê, bicihanîna daxwazên girtiyan, şikandina dijberiya di nava civakê de, ji bo demokrasiya welêt û pêkanîna siberojeke dewlemend girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar