Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Li hemberî zilma faşîst Erdogan serî rakin’

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê diyar kir ku dewleta tirk a faşîst, mêtinger ku hestên olî yên gelan bi kar tîne, êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê giran kiriye, dewam dike ûw domand: “Durûtiya desthilatdariya tirk a bi serkêşiya Erdogan bibînin ku ji bo Fîlîstînê banga 'xwînsariyê' kiribû. Banga me ji her kesî ew e ku li hemberî zilma li ser kurdan rabin.”

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku dewleta tirk naxwaze kurd bibin xwedî statuyekê; qebûl nake ku kurd bi ziman û çanda xwe li ser xaka xwe, xwe bi rê ve bibe; xwe li hebûna kurdan jî ranagire û got, “Di serî de kurd, em bang li her misilmanên ji neteweyên cuda dikin ku li dijî vê dijminatiya li ol, mirovahî û exlaqê bi rengekî hîn xurt û rêxistinbûyî nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi vî rengî ye: “Dewleta tirk di 7’ê cotmehê de êrîş bir ser mizgefta kampa penaberan a li Mexmûrê, em vê yekê şermezar dikin. Gelê Mexmûrê ji salên 1990’î û vir ve li dijî faşîzma dewleta tirk û êrîşên talanker û dagirker ên hêzên mîna PDK’ê yên tifaqê pê re dikin, têdikoşe. Em vê têkoşînê û helwesta berxwedêr a gelê Mexmûrê silav dikin.

Dewleta tirk a faşîst, mêtinger ku hestên olî yên gelan bi kar tîne, êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê giran kiriye, dewam dike. Piştî çalakiya fedaî ya li navenda Enqereyê hate kirin, ji bo veşartina derba ku xwarine, ji bo afirandina îmaja dewleta xurt û şoqa mezin a ji ser xwe biavêje, li ser Rojava û Şengalê dest bi êrîşên qirkirinê kirin. Operasyon û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di asta sûcên şer de dewam kirin û gef li gelek bajarên mîna Silêmaniyeyê xwarin, bi vî rengî gotin ku di hedefa wan de ne. Ev êrîşên qirkirinê dewama wê planê ye ku dixwaze komploya li ser Rêberê me hîn bêhtir kûr bike.

Dewleta tirk a îslamî desthilatdar qebûl nake ku kurd bibe xwedî statu

Dewleta tirk û şirîkên wê ku zimanê kurdan qedexe dike, nikare xwe rêveberiya wan rabigire û bi vî rengî daxwazên herî mirovî jî bi ‘terorê’ pênase dike, peyvên Îslamî li ser zimanê xwe kêm nakin û Kurdan hem qetil dike hem jî înkar dike. Her wiha bêyî ku li ber xwe bikeve, têkildarî şerê li Gazeyê banga xwînsariyê dike, mîna ku qetilkirina sivîlan, qetilkirina jin û zarokan xema wan e, radibe bi ziman û rêbazeke rexneyê bilêv dike. Ji bo yên ku nizanin an jî ji bîr kirine em dixwazin bi bîr bixînin; li gorî pîvana edaletê ya li nava ol; mafên kurdan jî heye ku mîna hemû Misilmanên din li welatê xwe, li ser axa xwe bijîn. Şertekî mirovî ye ku zimanê xwe li her qada jiyanê bi kar bînin. Mafên xwe yên herî xwezayî ye ku mîna gelan hemûyan li cihê ku lê dimînin xwe bi rê ve bibin, saziyên xwe yên civakî ava bikin. Bilêvkirina maf û daxwazên herî mirovî ya herî xwezayî ye. Siyaset û aqlê dewleta tirk a îslamî desthilatdar qebûl nake ku kurd bibe xwedî statu, derfetên xwe yên jiyaneke mirovî hebin, bi ziman, çanda xwe li warê xwe, xwe bi rê ve bibin. Nikare xwe lê rabigire ku hebûnek bi navê Kurdan hebe.

Gelê Mexmûrê bi salan bû hedefa şerê qirêj û taybet ê PDK’ê

Gelê Mexmûrê gelekî welê ye ku di dîrokê de bi berxwedana xwe ya li dijî zilmê tê naskirin. Bi salan e di bin êrîşên Tirk-Îslamê yên dewleta Tirk a faşîst de derfetên jiyanê afirandine û hewl didin hebûna xwe dewam bikin. Li hemberî êrîşên faşîst ên dewleta tirk teslîm nebûye, her tim berê xwe daye Tevgera Azadiyê, ji Nehdara heta Bihêrê, ji Etrûşê heta Nînovayê herî dawî jî neçar ma ku di nava şert û mercên herî zehmet de koçî Mexmûrê bike. Bi salan bû hedefa şerê qirêj û taybet ê PDK’ê, ambargo jî di nav de her cûre êşkence û zilm lê hate kirin, lê teslîm nebû. Bi hêza manewî ya ji Rêbertî û Tevgera Azadiyê wergirtî, bi nirxên xwe yên cewherî yên xurt her tim li kêleka têkoşîna azadiyê sekinî, bi sekna xwe ya berxwedêr meşa xwe ya azadiyê meşand. Li gel zextên teslîmkariyê û polîtîkayên şikandina îradeyê yên PDK’ê ji bo teslîm nebin li ber hemû zehmetiyan rabûn. Yanî xwedî rastiya gelekî ye ku îradeya xwe hatiye tecrûbekirin. Xaka çolê ya Mexmûrê bi îradeya xwe ya xurt û baweriya mezin a li azadiyê ava kirin û veguherandin cihekî mîna bihuştê.

Têkoşîna li dijî zalim û munafiqan, îbadeta herî mezin e

Bila gelê me yê li Mexmûrê zanibe; ji ber ku nêta wan baş e, karê wan pak e; îbadet û wecîbeyên wan di kîjan şert û mercî de bê kirin jî wê bê qebûlkirin. Di têkoşîna maf, edalet û rabûna li ber neheqiyê de her der cihê îbadetê ye. Têkoşîna li dijî zalim û munafiqan, îbadeta herî mezin e. Gelê me yê Mexmûrê ji xwe bi vê yekê zane û bi salan e dijî. Têkoşîna azadiyê û hebûnê ya xelkê Mexmûrê di heman demê de têkoşîna ji bo parastina nirxên Îslam a Demokratîk e. Lewma bombekirina mizgefta wan tenê weke êrîşeke li ser cihekî pîroz dikare wan biêşîne. Zanin ku yê ev kiriye Erdogan û derdora wî ye ku qaşo xwe Misilman pênase dike. Bi êrîşeke bi vî rengî re dijminatiya Erdogan û hevkarên wî ya li olê careke din hate nîşandan.

Dewleta tirk a çete li ser şopa Yezît û Haccac dimeşe

Erdogan û dewleta çete bi êrîşên xwe yên tevî şirîkên xwe li ser Rojava, Mexmûr û Başûr dikin, ispat kirin ku tu nirxan nas nakin. Di oxira desthilatdariyê de hemû nirxên îslamî û mirovî yên pîroz binpê dikin. Li Mexmûrê li dijî kurdan, li Rojava li hemberî gelên kurd û ereb, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî xiristiyan, elewî, êzidî û hemû gel û baweriyên din êrîşên qirkirinê dikin. Erdogan ku peyvên Xweda, îslam, Quran, pêxember, biratiya misilmanan timî bilêv dike, êrîşî xweseriya demokratîk a ji jiyana azad a hemû gel û baaweriyan dike, bi ferzkirina dewleta ji yek nasnameyê ziman, çand û baweriyên cuda yên Xwedê afirandiye înkar dike. Dewleta tirk a çete ku li ser şopa Yezît û Haccac dimeşe ku di oxira desthilatdariyê de her cûre nebaşî kirin, li gel êrîşa li ser cihên pîroz her wiha êrîşî jin û zarokan dike û zilmeke gelekî mezin dike. Di serî de kurd em bang li Misilmanên ji neteweyên cuda dikin ku li hemberî vê dijminatiya li ol, mirovahî û exlaqê nerazîbûna xwe bi rengekî hîn rêxistinbûyî û xurt nîşan bidin.

Li hemberî zilmê rabin

Ji ber ku oldarên rastewîn dengê xwe nakin, AKP û şirîkên wî olê xera dikin, peyvên ol, Xweda, pêxember û Quranê bi kar tînin û êrîşên qirkirinê dikin. Ji ber vê yekê em bang li kurdan, ereban, gelên din, Misilmanên bi hestên pak îmanê dikin, alimên xwedî exlaq û wijdanê hemûyan dikin ku li hemberî êrîşên qirkirinê dengê xwe bilind bikin. Em bang li jin û ciwanên misilman, elewî, êzidî û ji baweriyên cuda dikin ku hîn bi xurtî tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bibin. Em bang dikin ku ji bo têkbirina komployê, avakirina jiyaneke demokratîk û azad ji bo gelên herêmê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em bang li gelên misilman dikin ku li hemberî van êrîşên qirker ên hovane helwestê nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar