Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li her derê amadekariyên 8’ê Adarê

Navenda Nûçeyan |

Jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li der deverê amadekariyan dikin. Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe amede dikin ku dakevin qadan li Riha, Amed, Antalya, Colemêrg û Wanê di çalakiyên 8’ê Adarê de bang li jinan kirin.

Navenda Mafê Jinê ya Baroya Amedê di çarçoveya 8’ê Adarê de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê konferansa ‘Sererastkirinên hiqûqî yên di têkoşîna li dijî tundiya jinê de û pirsgirêkên bi cih anînê’ li dar xist. Gelek xwendekarên hiqûqê û parêzer beşdarî konferansê bûn.

Hindekar Dr. Songul Atak mijara ‘Di têkoşîna li dijî tundiya jinê de rola Neteweyên Yekbûyî’, hindekar Dr. Fîlîz Yavûz Îpekyuz mijara ‘Di pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê de, piştevanî û bi hêzbûna jinê’, endama Lijneya Mafê Jinê ya Baroyê parêzer Hatîce Demîr mijara Pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan û tundiya di nava  malbatê de û hevpeymana Konseya Ewropayê ya derbarê vê têkoşînê’ û Koordînatora Mafê Jinê ya Baroyê parêzer Asli Pasînlî mijara ‘Sererastkirinên hiqûqî yên di têkoşîna li dijî tundiya jinê de û pirsgirêkên bi cih anînê’ pêşkêş kirin.

WAN

Komîsyona Mafê Jinê ya Baroya Wanê jî bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Parêzer li ber Edliya Wanê kom bûn û pankartên ‘Heskirina ku dikuje em naxwazin’ û ‘Jin jiyan Azadî’ vekirin. Polîsan biryara ‘Qedexeya çalakiyan’ a walîtiyê weke hincet nîşan dan û parêzer asteng kirin. Parêzeran guh nedan vê hişyariya polîsan û daxuyaniya xwe dan. Polîs li ser vê yekê ji qadê dûr ketin.

Seroka Komîsyona Mafê Jinê ya Baroyê Ebrû Demîrtepe li ser navê jinan axivî û wiha got: “Jinên ku nîva nifûsa Tirkiyeyê ava dikin, di her qadê de rastî bê mafiyan tên. Li dijî jinan cihêkarî, tune hesibandin û cudakarî heye. Ji ber van polîtîkayan, roj bi roj tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de tenê di 2 mehên dest pê kê yên sala 2020’an de herî kêm 49 jin ji aliyê hişmendiya serdest a zilam ve hatin qetilkirin.”

Demîrtepe da zanîn ku dê weke Komîsyona Mafê Jinê ya Baroya Wanê, ji bo avakirina wekheviya zayendî ya civakî bi her awayî hewldan nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşxistina qanûnên civakî, polîtîk û hiqûqî em ê bi her awayî bikevin nava liv û tevgerê. Em ji niha ve 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin.”

ANTALYA

Platforma Jinan a Antalyayê, li Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Antalyayê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser rewşa jinên penaber. Endama Platformê Nîgar Dûrû diyar kir ku jinên penaber ne bi tenê ne û wiha got: “Weke her devera cîhanê li Tirkiyeyê jî, jinên penaber rastî zext û zoriyên mezin tên. Desthilatdariya AKP’ê divê berpirsiyartiya xwe li hemberî penaberan bi cih bîne. Weke jin, em ê di hefteya 8’ê Adarê de bibin dengên penaberên jin û li dijî desthilatdariyê dakevin qadan.”

 

COLEMÊRG

Hevseroka Kongeya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û endamên partiyê yên bi wê re, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li navena bajêr a Colemêrgê geriyan, silav dan jinan û qûrnefîl li jinan belav kirin. Dayikên Aştiyê jî bi Guven re tevgeriyan û karmendên jin vexwendin çalakiyên 8’ê Adarê. Guven a rastî eleqeyek mezin a jinan hat, ev peyam da: “Em dixwazin ku jin li ser pêyên xwe rawestin. Em wekheviya jiyanê diparêzin. Divê em hemû bi awayekê wekhev di nava hizûrê de bijîn. Em baş dizanîn ku em jiyana ku daxwaz dikin najîn, lê em dikarin bi destê jinê pêşeroj û jiyaneke xwe ya nû û xweşik ji nû ve ava bikin. Em 8’ê Adarê li we tevan pîroz dikin.”

 

RIHA

Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê, derbarê 8’ê Adarê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya baroyê pêk hat. Serokê baroyê Abdullah Oncel û gelek parêzerên jin beşdarî civînê  bûn. Koordînatora Navenda Mafê Jinan a Baroyê Esra Yûrûm Aktaş li ser navê jinan axivî.

Aktaş di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser wateya 8’ê Adarê û diyar kir ku ev roj sembola têkoşîna kedkarên jin ên beriya 163 salan di berxwedana wekheviyê de canê xwe feda kirine û wiha got: “Li Tirkiyeyê ji ber sedema bê dadî û bê cezatiyê rêjeya tundiyê zêde bûye. Di nava salekê de 409 jin hatin qetilkirin. Di van rojên ku em roja jinan pîroz dikin de dadê dosyaya jina bi navê Nadîra Kadîrova bêyî ku sedemê cînayetê zelal bikin û lêkolîn bikin nixumandin. Li gorî zagona giştî û peymana navneteweyî divê hikûmet li hemberî komkujî, kuştin, newekheviya zayendî, tacîz û tecawizê bibin asteng. Ango pêwîst e hikûmet li hemberî van yekan polîtîkaya biafirîne. Mixabin hîn qanûna 6284’an a parastina malbat û jinê tê nîqaş kirin.”

Di axaftina xwe de Aktaş da zanîn ku bi qeyûm êrîşek li dijî destkeftiyên jinan hat kirin û ev tişt anî ziman: “Bi hatina qeyûm re karê yekem ê wan girtina komeleyên jinan bû. Girtina parlementerên jin û hevserokên şaredariyan ên jin êrîşek vekirî ya li hember desfkeftiyên jinan e. Cardin ev êrîşên ku dixwazin vîna jinê desteser bikin berdewam dikin.”

Her wiha Aktaş ji bo wekhevî pêk were û tundiya li dijî jinan bi dawî bibe ev xalan rêz kir:

  • Pêkanîna qanûna bi jimara 6284’an
  • Pêkanîna peymana Stenbolê
  • Pêkanîna lêgerînên bandorker
  • Di dadê de hebûna giştîbûyînê
  • Ji bo girtina tedbîran divê derendî çênebe
  • Parastina kesên di bin tundî, tacîz û taqîbê de ne divê bên kirin
  • Divê sûcdar bê cezakirin û ji daxistina halê baş fêdeyê negire
  • Divê cinayetên jinan di çarçoveya efûyê de neyê nirxandin, divê wekheviya zayendî pêk were
  • Divê nêrîna civakê ya li dijî jinê û feraseta desthilatdar a mêr bên guhertin
  • Divê maf û azadiya jinê bên naskirin
  • Divê daxwazên me yên mudahiliyê bên qebûlkirin
  • Em dibêjin bila kevneşopiyên civakî ne li pêşiya zagonan bin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar