Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li her derê bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ dakevin qadan

Saziyên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bang li hemû jinan kirin ku xwedî li serhildana "Jin Jiyan Azadî" derkevin û gotin: “Em li her derê bi dengê xwe, bi dirûşmeyên xwe û bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan."

Jina kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê polîsên Îrşad ên rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Jîna Emînî de 2 sal bûn. Piştî mirina Jîna bi hezaran kes li rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” daketin qadan û pêkanînên rejîma Îranê şermezar kirin. Di serhildana bi mehan berdewam kir de bi hezaran kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û gelek ji wan jî hatin girtin. Serhildana ku li cîhanê belav bû ji bo jinan veguherî serhildanê. Bi wesîleya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, jin dê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” li qadan û kolanan bin. Jin li 4 parçeyên Kurdistanê amadekariyan dikin ku bi çalakiyên cur bi cur dakevin qadan. Jinên li 4 parçeyên Kurdistanê bi boneya salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bang li jinan kirin.

Kurdistanê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) Remziye Muhammedê diyar kir ku li seranserî cîhanê jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî civiyan û li dijî mêr û dewleta desthilatdar tedikoşe û wiha axivî: “Em di serî de serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin û tevahiya cîhanê belav bû slav dikin. Ciheke ku herî zêde jin hatiye perçiqandin û qetilkirin û tundiyeke berfireh li ser jinan hatiye meşandin bi vê serhildanê hat diyarkirin ku tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê pêkhateyeke bindeste û her tim desthilatdarî li ser hatiye meşandin. Bi vê serhildanê bi taybetî qetilkirina Jîna Emînî ku bi destê desthilatdaran hat qetilkirin ku jineke ji bo azadiya xwe tedikoşiya careke din rastî tundî û qetilkirinê hat. Bi vê li hemberî zilm û dagirkeriyê, qetilkirinê û tundiya ku ser jinan hatiye meşandin êdî ew îrade nema bêdeng dimîne û pêwîste ku dengê xwe bilind bike. Ji ber wê jî me dît ku serhildana Jin Jiyan Azadî çawa li tevahiya bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate belavkirin. Ne tenê jinan li hemberî tundiyê dengê xwe bilind kir, tevahiya civaka rojhilatê Kurdistanê, Îranê û gelên bindest dengê xwe bilind kirin. Ji ber wê serhildana Jin Jiyan Azadî tesîra xwe li ser tevahiya civakê û cîhanê kir. Ji her jinekî, her dewletekî û her pêkhateyekî piştgirî da vê serhildanê. Jin di zindanan de tên darvekirin, tên qetilkirin cîhan nema li hemberî vê bêdeng dibe. Bi rastî jî zilmeke bi taybet li ser jinên kurd tê meşandin. Ji ber wê jî vê serhildanê bandoreke pir mezin li ser tevahiya cîhanê kir.”

Jinan bi felsefeya Rêber Apo pêşengiya şoreşê kirin

Muhammed bal kişand li ser derketina felsefeya Jin Jiyan Azadî û got: “Ev serhildan ne cara yekem bû ku li Rojhilatê Kurdistanê deng vedide ev serhildan bi taybetî di 19’ê tirmehê de li rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin li ser rojava û bakurê Suriyeyê kir. Dema ku di 19’ê tirmehê de li Rojava şoreş destpê kir vê pêşengtî ji tekoşîna jin re kir. Bi vê çirûska ku bi felsefeya Rêber Apo, bi felsefeya jin bandora serhildana Jin Jiyan Azadî ku çîrûska xwe ji 19’ê tirmehê girtî li Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Erkê ku dikeve ser milê me ku em bikaribin vê şoreşê berdewam bikin û binîn asta serkeftinê erka jina pir e. Yek ji vê jî parastina vê şoreşê û serhildanê ye. Em ê çiqas bikaribin biparêzîn. Yek ji vê jî rêxistinbûyina jin a xwesere. Tişta ku sereke bilindkirina vê serhildanê û parastina wê ye. Ji ber wê banga me ji tevahiya jinan re heye ku 16’ê îlonê li qadan bin.”

Jinan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî gihişte asta herî bilind

Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdanê anî ziman ku ew ê 16’ê îlonê li kolanan bû û bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku xwedî li serhildana Jin Jiyan Azadî derbikevin û got: “Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” taybet li Kurdistanê û bi giştî li seranserî cîhanê pêşengiya tekoşîna jin kir. Tekoşîna jinê mezin kir û tekoşîna gelên bindest bi xwe re mezin dike. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî felsefeya jina kurd ku dabû pêşiya xwe xurtir û mezintir kir. Ê ku pergala desthilatdariyê hilweşîne tekoşîna jinê ye. Ji ber wê jî jin û tekoşîna wê ji xwe re weke xetere dibine. Ji bo wê jî li her deveran jin hedef tên girtin. 16’ê îlonê Jina Eminî porê wê hicet hat nişandin û hat qetilkirin. Di şexsê Jîna de tevahiya tevgera jin hedef hat girtin. Desthilatdar dixwazin ku li ser jinan xwedî gotin bin û serê wan bitewînin. Lêbelê jinên ku vê qebûl nake û li dijî vê serê xwe radike û ji bo gelên bindest azadiyê dixwaze her tim di hedefa wan de ye. Jîna Eminî jî yek ji van bû. Jinan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî gihişte asta herî bilind û tekoşîn mezintir bi xwe re anî. Kolan û kuçeyên her çar perçeyên Kurdistanê bûn cihên berxwedan û tekoşîna jinê. Di 16’ê mehê em ê li Şirnexê meşekî li dar bixin. Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî em ê li kolanan bin. Em ê vê tekoşînê mezintir bin. Pêwîste ku di 16’ê mehê de jin ji 7 salî heta 70’ê salî li kolanan bin û di nava çalakiyan de bin. Bi deng û dirûşmeyan em ê li kolanan bin. Em jin bi hev re dê 16’ê îlonê qadan bikin Jin Jiyan Azadî.”

Jin Jiyan Azadî bûye rêgeha hemû zinan

Ji Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) Ronak Mecîd jî destnîşanî serhildana Jin Jiyan Azadî kir û got ku di tekoşîna jina azad de bûye modelê jiyana azad a nû û ev tişt got: “Di 16’ê îlonê de salvegera şehadeta Jîna Eminî ye. Ew roj bû roja serhildanê. Di wê rojê de kurd, ereb, tirkmen, çerkez û fars bi hevre dora Jin Jiyan Azadî kom bûn û li dijî hişmendiya serdest tekoşiyan. Di tevahiya cîhanê de jinan piştgirî da şoreşa Jin Jiyan Azadî.Jinan bi vê felsefeyê xwestin ku ev pergala ku sedsalane ye li ser me tê meşandin bi dawî bikin û dawî li vî aqlî bînîn. Şehadeta Jina Eminî bû serhildana rojhilatê Kurdistan û cîhanê. Tevahiya cîhanê piştgirî da vê serhildanê. Vî aqlê sermayê yê mêr em jin dê bi hevre biguherînin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îro li tevahiya kolanên dinyayê belav bûye. Ev felsefeye ji her jinekê re bûye mînak. Jin ji vê felsefeyê hêz digirin. Îro tevahiya jinên cîhanê bi daxwaza azadiyê mil bi mil tedikoşin. Em bang li tevahiya jinên Kurdistanê û cîhanê dikin, bi yek deng, bi yek helwest li dijî aqlê baviksalarî, aqlê oldar derbikevin. Ev aqil ji bo kolekirina jinan heye. Dixwazin di kesayeta jinan de rastiya azadiyê ji holê rabikin. Ji ber wê em jî dibêjin divê ku jin li dijî koletiyê derbikevin û daxwaziya azadiyê bikin. Li her qadên cîhanê de, di 16’ê îlonê de li qadan bin û xwedî li serhildana Jin Jiyan Azadî derbikevin.”

Ji Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Meryem Fethî jî bang li hemû jinan kir ku di 16’ê Îlonê de dakevin qadan û got: “Di 16’ê Îlonê de divê hemû jin bi ruhê Jin Jiyan Azadî li qadan bin. Lewma banga me li hemû jinan heye ku vê felsefe û serhildanê hembêz bikin. Erka bingehîn a her yek ji me ye ku em bedelên giran ê ku di oxira azadiyê de hatine dayîn hembêz bikin. Em mil bi mil xwedî li Jin Jiyan Azadî derkevin û li kolanan bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar