Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li her derê bîranîna 12’ê Adarê

Bi minasebeta bîranîn û Serhildana 12’ê Adarê li gelek Rojava û Bakurê Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn. Di merasîma li Qamişlo ya li Stada Şehîdên 12’ê Adarê pêk hat de hat diyar kirin ku ev hewildana provakatîf bi ser neketiye û destkeftiyên gelan ên îro bersiva herî xurt a vê provakasyonê ye

Îro salvegera 18’emîn a Serhildana 12’ê Adarê (Serhildana Qamişloyê) ye ku tê de 36 welatî bi destê hikumeta Şamê sala 2004’an şehîd bûn. Hikumeta Şamê di maça tîma Cîhad a Qamişlo û Fitiwe ya Dêrazorê de ku di 12’ê Adara 2004’an de li dar ket, komkujiyeke mezin pêk anî. Deriyê stadê di maçê de girt û gule avêtin hezkiriyên tîma Cîhadê. Di encama wê de serhildanên berfireh li hemû bajarên Rojava, Heleb û Şamê li dar ketin.

Ji bo bîranîna salvegera 18’emîn a Serhildana 12’ê Adarê, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îro merasîmek li Stada Şehîdên 12’ê Adarê li dar xist. Gelek şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê û Dêrazorê tev li merasîmê bûn.

Li ser bîranîn û Serhildana 12’ê Adarê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Di merasîma bîranînê de axaftvanan qurbaniyên 12’ê Adarê bibîr anîn û sosa bilinkirina têkoşîna wan da. Her wiha hat diyarkirin ku ev hewildana provakatîf bi ser neketiye û destkeftiyên gelan ên îro bersiva herî xurt a vê provakasyonê ye.

Endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li pêşiya avahiya rêveberiyê kom bûn û daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di salvegera 18`an a Serhildana 12`ê Adarê de, gelê herêmê xwedî li projeyeke mirovî, exlaqî û neteweyî derket ku hemû cureyên zilmê, zordestiyê û cudakirinê red dike. Projeya me dê li hemberî hemû cureyên zilmê bi ser bikeve. Em sûcên rejîma Baasê yên li dijî gelê Sûriyê û Kurdan şermezar dikin û banga hesabxwestinê dikin.”

Girêdayî heman mijarê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê Macîde El-Kerîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina tevliheviyê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku hikumeta Şamê ji vê yekê armanc dike ku herêmê dîsa vegerîne bin hegemonya û desthilata xwe ya zordest.

Li Reqayê endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Serokê meclisê Hemîdî El-Redînî daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bejna xwe li ber şehîdên serhildana Qamişloyê ditewînin ku rêya azadiyê ji gelê Sûriyê re xêz kir. Li ser bingeha rêgez û amrancên me ji bo avakirina Sûriyeyeke pirrengî ya demokratîk û nenavendî, ji serhildana Qamişlo tecrube girt û çareserî ji bo aloziya Sûriyê danîn, ew jî projeya neteweya demokratîk a li ser bingeha hezkirin, hevbeşî û baweriya bi rola jinan û ciwanan ava bûye. Dawiya dawîn vîna gelan bi ser dikeve.”

Serhildan bû bingeha şoreşa bakur û rojhilatê sûriyê

Têkidarî mijarê Meclis, sazî û gelê rojhilatê Reqayê daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hewes Ebdulfetah El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em îro Serhildana 12`ê Adarê ya 2004`an bi bîr tînin û dibêjin, armanc ji wê derxistina fitneyên di navbera Kurd û Ereban de bû ku di encamê de bi dehan Kurd şehîd bûn.

Di encama wan bûyeran de hikumeta Sûriyê gelek Kurd binçav kirin û mal û milkên wan talan kirin. Hikumet bi van kiryaran hewl dida dengê azadîxwazan qut bike, lê belê ew serhildan bû bingeha destpêkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yekitiya hemû pêkhateyan ava kir.”

Partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê îro bi boneya salvegera Serhildana 12`ê Adarê li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Demokratîk daxuyaniyek da. Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Bedran Hemo bi beşdariya partiyên siyasî, meclis û komînên li taxa Şêxmeqsûd û Kongra Star daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya PYD`ê de hate gotin: “Serhildana 12`ê Adarê berdewamiya serhildana Şêx Seîd û Qazî Mihemed û Seîd Riza ye. Bi navê partiyên siyasî em şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. 12`ê Adarê encama şovîniya rejîma desthilat a Baasê bû ku nedihişt gelê Kurd tev bigire û nasnameya wan a neteweyî de ji holê rakir.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: “Desthilata Şamê 2004`an ji Efrînê û heta Dêrikê zêdetirî 33 Kurd qetil kir, her wiha bi sedan birîndar kir û bi hezaran binçav kir, da ku vîna gelê Kurd bişkîne. Bi mijarê ve girêdayî hîn jî çarenûsa bi dehan kes ne diyar e.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd 12`ê Adara 2004`an bi komployeke navneteweyî rû bi rû ma, da ku vîna gelê wan têk bibe û çanda wan ji holê rake. Pê re jî tevliheviyê di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên de derxe û welatiyan bidin koçber kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em partiyên siyasî yên Helebê hemû kiryarên dijminane û siyasetên helandin û înkarkirinê yên berdewam, şermezar dikin û dibêjin, ew ê tucarî nebe sedema ku Kurd û gelê herêmê dûrî têkoşîna xwe bikevin. Li aliyekî din jî em bang li hemû aliyan dikin ku li ser maseyên diyalogan bicivin, da ku destûreke nû ya Sûriyê destnîşan bikin. Her wiha em bang li civata navneteweyî dikin ku piştgiriya gelê Sûriyê bikin û dawî li aloziya Sûriyê bînin.”

Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi boneya qetlîamên Qamişlo, Gazî û Helebçeyê hatin şermezarkirin. Li ber avahiya HDP’a Bajêr daxuyanî hat dayîn. Rêveberê HDP’ê Ayvaz Hazir daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wan qetlîman ji bîr nekiriye û ew qurbaniyan bibîr tînin. Hazir da zanîn ku qetlîam îro jî li dijî kurdan didomin.

Li Bakur Komkujî  hat şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyêy a Dêrsimê jî bo boneya salvegera qetlîamên Gazî û Helebçeyê li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û qetlîam şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Partiya Kedê yê Dêrsîmê Ergîn Tekîn daxuyanî xwend. Tekîn destnîşan kir ku li şûna kujer werin darizandin û cezakirin, hatine xelatkirin û komkujiya Gaziyê li dijî baweriya elewîtiyê pêk hatiye. Tekîn da zanîn ku yek ji komkujiyên mezintîrîn li dijî kurdan Komkujiya Helebçeyê ya 16’ê Adara 1988’an e û bi hezaran kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê jî bi minesebata Komkujiya Qamişloyê, li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyê amade bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart ve hate xwendin.

Nart, anî ziman ku heta kujer hesabê komkujiyê didin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha domand: “Rejîma Baasê kesên provakatîf birêxistin kirin û berdan kolanên Qamişloyê. Gelê Qamişloyê jî li dijî van êrişan bi dirûşma ‘Kurdistana azad’ meşiyan. Di demekî kin de ev meş veguherî serhildaneke mezin. Dema girseyê komkujî şermezar dikir, hêzên rejîmê girse gulebaran kir.”

Bi domdarî Nart bal kişand ser komkujiyên Gazî û Ûmraniyeyê û da zanîn ku dê hesabê ji komkujeran bipirsin. Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî bi dirûşma “Dê kujer hesabê bidin” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar