Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li herêma Firatê plansaziya çandiniyê tê kirin

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Herêma Firatê heta niha bêhtirî hezar ton tovên genim li cotkaran belav kir, belavkirin li gor plansaziyan hatiye diyarkirin, didome.

????????????????????????????????????

Ji 15’ê îlonê ve Gerînendetiya Çandiniyê ya Herêma Firatê bi hemû şaxê xwe yên li navçeyên herêmê  dest bi wergirtina ruxsetan ji cotkaran kir.

Gerînendetî plansaziya çandiniya avî ya herêmê danî, ku li gor wê dê heta 31’ê kanûnê tovan li cotkaran belav bike.

Li gorî vê planê, wê ji sedî 70 zevî bi genim were çandin, ji sedî 10 beqle, ji sedî 2 sebzeyên zivistanî, ji sedî 15 pembo û ji sedî 3 sebzeyên havînî  werin çandin.

Ji bo çandina bejî jî, li gor lêkolînên gerînendetiyê û rêjeya baranê herêm ji bo 3 beşan hat parçekirin ku dê bi rêjeya 150 kîlogram genim ji bo her hîktarekî li cotkaran were belavkirin û ji bo herêmên 3 û 4 dê ceh li cotkaran were belavkirin.

Tê zanîn ku 2 cure ji genim hene ku li cotkaran tên belavkirin, cureya yekemîn genimê nerm e ku ji bo her donimekê 30 kîlogram tê belavkirin û ya duyemîn genimê hişk e ku ji bo her donimekê 32 kîlogram tê belavkirin, her wiha dê semada Yorya bi rêjeya 300 kîlogram û semada “Super Fosfat” bi rêjeya 200 kîlogram were belavkirin.

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Herêma Firatê Omer Kenco destnîşan kir ku dê rêbazên belavkirina mazotê di çend rojên bê de were diyarkirin ku bi piranî dê heta 31’ê kanûnê madeyên çandiniyê li cotkaran belav bikin û her tişt li gor plansaziyê diçe.

Her wiha, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ji 26’ê îlona borî de dest bi belavkirina tovan li cotkaran kir, ku heta niha hezar û 176 ton genimê yê zeviyên avê belav kiriye.

Girêdayî vê yekê, hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê Gulistan Şêx Ehmed destnîşan kir ku wan piştî ku erêkirin ji Gerînendetiya Çandiniyê ya Herêma Firatê dest bi belavkirina genim û semadê li gor ruxsetên wan hatin belavkirin, ku ji bo çandiniya bejî hezar û 500 ton û ji bo çandiniya avî bêhtirî 5 hezar ton amade kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar