Pêşveçûnên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn diqewimin, helwestên dewletên di vê herêmê de xwedî bandor in wisa dide diyarkirin ku wê demek dirêj li vê herêmê şer û pevçûn berdewam bikin.
Li Sûriyeyê şer û pevçûnên diqewimin bi her awayî pêşî li çareseriya siyasî digire. Dewletên ku ji vî şerî sûd werdigirin, ji xwe re Sûriye kirine navenda perwedeya leşkerî û bazara çekên modern. Lewma dewletên ku bi hêza çekdarî tevdigerin polîtikayên xwe li ser îradeya siyasî ya herêmê jî ferz dikin û naxwazin pêşî li diyalog û çareseriyê vebe.
Di serî de Amerîka û Rûsya gelek dewlet li herêmê vê polîtîkayê bikar tînin. Wisa diyar e ku wê ev şerê ku li gor bazara çekan tê meşandin dê di nav sînorê Sûriyeyê de sînordar nemîne. Di van çend mehên dawî de gefên ku Amerîka li Îranê dixwe nîşaneya vê yekê ye. Her çiqas ev gefên Amerîkayê di warê pratîkî de hîn nehatibin zelalkirin jî ji bo gelên herêmê nîşaneya qiyametên nû ye.
Tirkiyê jî bi aqilê Erdogan xwest di vê lîstika mezin de cihê xwe bigire. Lewma ji milekî ve Amerîka ji milê din ve jî dixwaze Rûsyayê îdare bike û xwe di herêmê de bibandor bike. Lê gefên Amerîkayê ku ji bo Îranê kirin di haman demê de ji bo Tirkiyeyê ye jî. Vê yekê rayedarên tirk baş dizanin. Lewma di van rojên dawî de li Moskovê ji bo tirkan û projaya S-400’an gelek tiştên nexweş tên gotin.
Her çiqas tirk bêjin em di projeya fûzeyên S-400’an de xwedî israr in jî rayedarên Rûsyayê wisa nafikirin. Bi taybet tê gotin ku wê Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna G-20 ku wê di 28-29’ê Hezîrana 2019’an de li Japonyayê bê lidarxistin, li ser vê mijarê biaxivin. Di heman civînê de wê Erdogan bi Serokdewletê Rûsya Vladermîr Pûtîn re jî rûnê. Lê li Moskovê tên gotin ku wê Erdogan beriya civîna G-20 serdana Moskovê bike û vê mijarê bi Pûtîn re zelal bike. Bi kurtasî Tirkiye bi vê projeya S-400’an li herêmê dest û lingê xwe girêdaye. Niha li herêmê nikare li dijî polîtikayên Rûsya û ya Amerîkayê jî derkeve. Ji bo Tirkiye yek rêyek heye ew jî ger li gor berjewendiyên van dewletên mezin tevbigere wê demê heya radeyakê ji bo wê destûr heye ku li herêmê bimîne û di çarçoveya qaşo parastina sînorê xwe de di nav tevgerek leşkerî de be.
Lê di dewleta tirk de ji ber ku lîstik û xayintî bidawî nabe her tim çavên van dewletên mezin jî li ser Tirkiyeyê ye. Di van çend rojên derbasbûyî de li herêma Hema di êrîşek komên çete de 23 leşkerên rûs jiyana xwe ji dest dan. Gelek cara Rûsya agahiyên ku derbarên pevçûnên li herêmê diqewimin nade lê ev cara yekem e ku Rûsya bi hêjmarek wisa mezin windahiyên xwe xwe dide û yekser bi vê ve bêyî ku nav bide hin dewletên herêmê tewambar dike. Ez bawer im bi vê ve dixwazin mesajê bidin kê û çi, ji hêla herkesî ve baş tê zanîn.
Mijarek din a şer û polîtîkayên li herêmê tên meşandin ji nêz ve eleqedar dike nêzîkatiyên ji bo Talîban tên pêşxistin e. Di van rojên derbasbûyî de Wezîrên Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovê şandeya Talîban pêşwazî kir.
Tê gotin ku wê Amerîka, Îsraîl û Rûsya ji bo Talîban ji lîsteya terorê derxin di demek nêz de li hev bicivin. Di vê mijarê de Wezîrê Karê Derve yê her sê dewletan bi rayeydarên Afganistanê re jî çend cara li hev rûniştine. Lê ji ber ku tevgera Talîban di nav xwe de ji çend beşa pêk tê û her beşek nêzî welatekiye hîn negihaştine encamek bingehîn. Lê li gor agahiyên hin rojnameyên li Rûsyayê weşanê dikin, bi vê hamleyê re Amerîka û Îsraîl dixwazin li herêma Rojihlata Navîn amedekariyên şerekî nû bikin. Di hedefê de jî Îran heye. Lewma îro nêzîkatiyên Rûsya û Tirkiyeyê jî di vê mijarê de pir girîng in. Ji ber ku Tirkiye di mijara S-400 û tekîliyên wê yên bi komên çete re, ji hêla Îsraîl û Amerîkayê ve di nav plan û projeyên nû de zêde cîh jê re nayê veqetandin. Rûsya jî, ji ber ku di şerê Sûriyeyê de tu pêşketinên ku pêşî li siyaseta herêmê veke jiyan nekiriye û li herêmê bazara xwe ya çeka daye avakirin Amerîka û Îsraîl bi gûman nêzî wê dibin. Lê di şerekî mûhtemel ê li dijî Îranê de kes nikare rola Rûsyayê ji nedîtinê were.
Nêzîkatiyên Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê yên dixwazin hêzêkî çekdarî li herêmê ava bikin, wê çi bi gelê herêmê bide qezenckirin hîn ne diyar e. ji ber ku Talîban ji hêla hemû welatên cîhanê ve wek hêzekî terorîst tê binavkirin û dîtin. Di Îranê de wê ev hêz çiqas bikaribe bibe xwedî rolek aşitiyane. Bêguman bi vê ve dixwazin pêşî li hêza gelê kurd jî bigirin. Ji ber ku di şerekî li dijî Îranê de bêyî kurdan ne mûmkun e ku serkeftinekê bidest bixin. Lê ji ber gelê kurd û tevgerên ku îradeya gel temsîl dikin şerekî berjewendiya gel tê de nebe wê tu carî qebûl jî nekin û nekevin nav şer. Ji ber vê jî dewletên ku bi şer xwe li ser pêyan digirin hewl didin ku bi dijminên xwe re di heman eniyê de şer bikin. Lê li ser axa Rojhilata Navîn bi taybet li ser axa Medan tu carî zordestî bi serneketiye. Hewldanên bi hêza Talîban kurdan bêbandor bikin jî wê tu carî bi ser nekeve.